Bertekên li ser bûyera Kaşikçi

Piştî ku Erebistana Siûdî li xwe mikur hat û mirina Kaşikçi qebul kir, ji emerîkayê jî daxuyaniyên li ser hev tên.

Bertekên li ser bûyera Kaşikçi

Piştî ku Erebistana Siûdî li xwe mikur hat û mirina Kaşikçi qebul kir, ji emerîkayê jî daxuyaniyên li ser hev tên. Serokê Emerîkayê Donald Trump got :”tiştên ku hatine serê Kaşikçi nayê qebûlkirin.” Û daxuyaniya Erebîstana Siûdî wek “gaveke girîng” bi nav kir. Neteweyên Yekbûyî jî bal kişand ser “lêpirsîneke berfireh û şefaf” û hat gotin: “divê sûcdar hesap bidin.”

Piştî ku rêvebiriya Riyadê li xwe mikur hat, Serokê Emerîkayê Donald Trump jî xeber da.

Trump got :” Tiştên ku hatine serê Kaşikçi nayên qebûlkirin.”

Lê got ku bi daxuyaniya Siûdiyan bawer kiriye.

Trump: “Ez ê bi prensê veliaht re biaxivim. Ez bawer nakim ku rêvebiriya siûdî derew bike. Wê hin pirsên me hebin. Em ê di vê meseleyê de bi kongreyê re bixebitin.”

Trump, li ser bersiva ku wê bidin Riyadê bi hesasî xeber da û got: “Li gorî min divê bi heman şiklî bersiv bê dayin.”

Derbarê firotina çekan de got :” Lê betalkirina firotina çekan ne di çarçoveya vê yekê de ye.”

Trump bal kişand ser grîngiya Siûdiyan û got :”Li hemberî Îranê hewcedariya Emerîkayê bi Siûdiyan heye.”

Qesra Spî jî piştî ku aqûbeta Kaçikçi eşkere bû, mesaja sersaxiyê weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Em daxuyaniya Riyadê qebûl dikin û ji bo ku edalet bi awayekî zelal û li gorî usûlê were sepandin em ê meseleyê bişopînin.”

Xemgîniya ji ber mirina Rojnamegerê Siûdî Cemal Kaşikçi anîn ziman.

Ji bo nas û xizmên wî sersaxî hat xwestin.

Ji endamên Senatoya Emerîkayê jî li dijî daxuyaniya Kaşikçi ya Riyadê bertek hatin.

Senatorê Komarparêz Lindsey Graham got, “Mirov nikare baweriya xwe bi vê daxuyaniyê bîne.”

Senatorê Kentuckyê Komarparêz Rand Paul jî got, “Divê em bi Erebistana Siûdi re hemû danustandinên leşkerî, alîkarî û hevkariyan rawestînin.”

Senator Paul eşkere kir ku divê Erebistana Siûdî bi awayekî giran berdêla van hereketên xwe bide.

Wekîlê Virginia yê Meclisa Nûneran a Emerîkayê Gerry Connolly derbarê Kaşikçi de daxuyaniya Erebistana Siûdi de got, “Ev yek hema bêje dişibe operasyoneke mafyayên klasîk.”

Dîsa Connoly got, “Tu îxtîmal tune ye ku operasyoneke wisa plankirî ya di konsolxaneya Siûdî de bêyî xeber û erêkirina Prensê Welîeht were kirin.”

Senatorê Partiya Demokrat Richard Blumenthal, anî ziman ku “Wisa xuya dike, Siûd hewl dide wext bikeve destê wan û ji bo herekatên xwe hincetan çêkin. Divê lêpirsîneke navneteweyî were kirin.”

Her wiha ji Neteweyên Yekbûyî jî derbarê meseleya Kaçikçi de daxuyanî hat.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres got, “Divê lêpirsîn bilez, berfireh û bi awayekî zelal be û divê berpirsê meselê hesêb bidin.”

Dîroka nûkirinê: 20 Cotmeh 2018, 14:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE