''Bes e êdî, min bêriya dengê sebiya xwe kir''

''Bes e êdî, min bêriya dengê sebiya xwe kir''

Dayikên Diyarbekirê yên ewladên wan bi xapandin revandine serê çiyê nobeta ku li pêş avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin didomînin.

Dayikên Diyarbekirê ku ji revandina zarokên xwe HDPyê wek berpirs dibînin û di 3ê Îlona 2019an da dest bi çalakiya rûniştinê kiribûn 631 roj e ji biryara xwe nayên xwarê û nobeta xwe dewam dikin.

Malbatên di dest wan da wêneyên zarokên wan hene sekna xwe didomînin û ji dayikan Hatîce Leventê got ku ew heta ewlada xwe hilnede naçe ûwiha dewam kir: "HDPyiyan qîza min bi xapandin teslîmî PKKê kirin û min pir bêriya wê kiriye. 7 sal e min ji ewlada xwe tu xeber hilnedaye. Ez bangî HDP û PKKyiyan dikim. Zarokên me berdin. Bila zarokên xwe bibin. Çavê min li rêya qîza min qetiya. Zarokên me berdin. Bes e êdî. Min bêriya dengê sebiya xwe kir."

Leventê ji qîza xwe jî xwest ku bila ji rêxistina terorê bireve û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û wiha domand: "Çi dibe heke tu min dibînî û yan jî dibihîzî tevlî hevalên xwe bireve. Werin me pir bêriya we kiriye."

Necmettîn Bîçerê ji bo qîza xwe Gulcan a 6 sal berê bi xapandin revandibûn serê çiyê jî daxuyanî da û diyar kir ku heta ewlada wî neyê ew ji pêşiya HDPyê naçe û bi biryar e ku çalakiya xwe heta dawiyê bidomîne.

Bîçer bangî qîza xwe kir û got: "Werin teslîmî hêzên ewlehiyê bibin. Netirsin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE