Beşa behrê ya Projeya TurkAkimê temam bû

Serok Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di merasima temambûna Beşa behrê ya Projeya TurkAkimê da axivîn.

Beşa behrê ya Projeya TurkAkimê temam bû

Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn di merasima temambûna Beşa behrê ya Projeya TurkAkimê da axivîn.

- Ji axaftina Serok Erdogan sernavên derketin pêş ev in:

"Em êdî gihîştin asta dawîn a Projeya TurkAkimê.

TurkAkim ne bi tenê ji bo welat û miletê me, herwisa ji bo cîran û herêma me jî gelek avantajan di xwe da dihewîne.

Projeya TurkAkimê înşeallah piştî ceribandinên ku wê di sala 2019an da bên kirin wê amade bibe.

Hevkariya me ya bi Federasyona Rûsyayê ra di qadeke berfireh da dewam dike.

Em hatin cem hev da ku em şahidiya gaveke nû ya hevkariya di warê vejenê da bikin ku ez wekî îfadekirina wê pileya bilind dibînim ku peywendiyên Tirkiye û Rûsyayê gihîştinê.

Hedefa me ew e ku em û Rûsya em bigihîjin hecmeke bazirganiyê ya 100 milyar dolarî.

Me tu wextî çarçoveya peywendiyên xwe yên bi Rûsyayê ra li gorî daxwaz û ferzkirinên welatên din durist nekir.

Tirkiye ji 1987an vir va ji Rûsyayê 387 milyar metrekûp xaza sirûştî stendiye. Ev jî nîşan dide ku têkiliyên me yên di qada vejenê da ji hemû ceribandinan derbas bûne.

Ez wisa bawer dikim hevkariya me ya bi Birêz Putîn û gelê Ûris ra wê ji bo welatên me bibe mizginiya projeyên mezintir."

Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn ragihand ku ew dixwazin ligel Tirkiyeyê bigihîjin hecma bazirganiyê ya 100 milyar dolarî

- Ji axaftina Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn hin sernavên ku derketin pêş ev in:

"Yê ku nav da projeyê birêz Erdogan e. Navê TurkAkimê lê kir.

Em wek Rûsya û Tirkiye di qada vejenê da bi salane hevkariya xwe bi serkeftî didomînin.

TurkAkim dê Tirkiyeyê bike navendeke girîng a xaza siruştî û dê bandoreke erênî li ciyê Komara Tirkiyeyê bike.

Heger di navbera du welatan da pêbawerî tunebe, pêkanîna projeyeke bi vî rengî (TurkAkim) ne mumkin e.

Ez ji dil û can spasiya Birêz Erdogan dikim. Ji ber îradeya siyasî û wêrekiyê dixwazim spas bikim.

Di nav şertû mercên reqabetê yên ku zêde dibin da heke îradeyeke siyasî ya wiha û wêrekî nebe projeke wiha nikare bê kirin.

Em bawer in ku tevahiya vê projeyê (Projeya TurkAkimê) dê heya 2019an kuta bibe. Em teknolojiya herî pêşketî û ya dostê jîngehê diemilînin."

Boriya dawîn a Projeya TurkAkimê ya ku wê li bin behrê bê bicihkirin bi telîmata Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Putîn hate daxistin

Dîroka nûkirinê: 19 Mijdar 2018, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE