Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê berdewam e

Du malbatên din jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayîkên Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dan destpêkirin, bûn...

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê berdewam e

Du malbatên din ên ku zarokên wan revandine birine serê çiya jî beşdarî çalakiya rûniştinê ya ku dayîkên Diyarbekirê li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê dan destpêkirin, bûn.

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya ku dayîk Fevziye Çetinkaya, Remziye Akkoyun û Ayşegul Biçerê bi îdiaya tiliya HDPyê jî di wê yekê da heye ku zarokên wan revandin birin serê çiya, 3yê îlonê li ber avahiya Serokatiya Parêzgehê ya HDPyê dest pê kiribûn, roj bi roj dewam dike.

Ji Sûra Diyarbekirê Suleyman Aydinê bav û herwiha ji Stenbolê Saliha Edizera dayîk û Salim Edizerê bav jî bi îdiaya ku tiliya HDPyê jî tê da heye ku zarokên wan revandine birine serê çiya va beşdarî çalakiya rûniştinê bûn.

Bi vî awayî hejmara malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn da ku dengê wan were bihîstin û zarokên wan werin xilaskirin, derket 17an.

"Bira kurê min bidin, ez biçim mala xwe"

Aydinê bav ku ji navçeya Sûrê beşdarî çalakiya rûniştinê bû, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku kurê wî Ozkan 4 sal berê di 15 saliya xwe da hat revandin.

Aydin got ku êvarê gava kurê wî nehat malê, wan lêkolîn kir û dû ra ew hîn bûn ku kurê wan bi destê mensûbên rêxistina terorê ji bo serê çiya hatiye revandin. Aydin got ku wan jî li ser vê yekê xeber da polêsan.

Aydin got ku xeber jê ra hat ku dibe revandibin biribin Licêyê û wiha dewam kir, "Ez li mînîbusê siwar bûm û çûm Licêyê. Mensûbên rêxistinê gotin, 'Belê kurê te li vê derê ye'. Min got, 'Kurê min bidin, çi karê wî heye li vê derê?' Terorîstan got ku kurê te ji bo ciyekî din hatiye veguhestin û ji bo min astengî derxistin û li ser vê yekê ez ji wê derê çûm."

Aydin diyar kir ku ev 4 sal e tu xeber ji kurê wî nayê û ew perîşan in. Herwiha Aydin der heqê çalakiya li ber avahiya HDPyê ya parêzgehê da jî wiha got:

"Kurê min heta neynin vê derê nikarin bibin. Teqez tê vê derê û ji vê derê dişînin wir. Ji ber vê yekê ez li vê derê me. Em razî ne ku heger bivê em ê jî li vê derê bimirin. Bira lawê me bidin. Ez kurê xwe dixwazim, nexwe çi karê min li vê derê heye? Bira kurê min bidin, ez biçim mala xwe." 

- "HDPyê kurê min bir, ne kesekî din"

Saliha Edizera dayîk ku ji Stenbolê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû, îdia kir ku kurê wê Yakup bi rêya Serokatiya Navçeya Kagithaneyê ya HDPyê hat xapandin û birin serê çiya.

Edizerê diyar kir ku kurê wê 9ê Hezîrana 2015an da gava 14 salî bû hat revandin û wiha dewam kir, "Ji Stenbolê çû. Xwendekarê pola 2yemîn a lîseyê bû. Zarokekî ku qet ji malê dernediket, di carekî da wenda bû. Em li hevalên wî geriyan, me pirs kir. Gotin ku dişînin Kagithaneyê navçeyê. Serokatiya Navçeya Kagithaneyê ya HDPyê bûye. Ez kurê xwe dixwazim. Wekî her dayîkekê dilê min jî dişewite. Em ê çalakiya rûniştinê bikin ku heta zarokê me anîn."

Hacire Akara ku îdia dikir bi destê HDPyê kurê wê Mehmet Akar hatiye revandin û birine serê çiya, ya ku li ber avahiya parêzgehê ya HDPyê 22yê tebaxê çalakiya rûniştinê da destpêkirin, bi biryardarî û têkoşîna xwe va 24ê tebaxê kurê wê lê hatibû vegerandin.

Dîroka nûkirinê: 11 îlon 2019, 17:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE