Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê dewam dike

Malbateke din jî beşdarî dayîkên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya

Beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya dayîkên Diyarbekirê dewam dike

Malbateke din jî beşdarî dayîkên Diyarbekirê bû ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û îdia dikin ku zarokên wan bi destê HDPyê revandine birine serê çiya.

Çalakiya rûniştinê ya Dayîkên Diyarbekirê ku bi îdiaya berpirs HDP ye ku zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya serokatiya partiyê ya parêzgehê dan destpêkirin, dewam dike.

Vahide Sunara ku beşdarî çalakiyê bû, di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ev 5 sal in tu xeber ji kurê wî Ahmet nayên û lewma jî ew wisa difikire ku kurê wî revandine birine serê çiya.

Sunarê wiha xeberda, "Kurê min sala 2014an gava 17 salî bû ji bo xebatê çû Dîcleya navçeya Diyarbekirê. Ji wê rojê vir va min jê xeber nesitand. Ez ji PKKyê dikevim gumanê. Sunarê herwiha got ku wî di têlevîzyonê da dayîkên ku dixwazin zarokên xwe bibîni dîtin û lewma jî min biryar stand ku beşdarî çalakiya rûniştinê bibim."

Sunarê got ku ew pê nizane ka kurê wî dijî an na û wiha dewam kir, "Min malbatên li vê derê dîtin, min cesaret jê sitand û ez hatim. Zarokê min ê astengdar heye. Heta derfeta min çêbe ez ê werim û tevlî vê çalakiya li ber avahiya HDPyê bibim."

- Ji malbatan dijî HDPyiyan bertek

Ji aliyekî din dayîk Remziye Akkoyuna ku ji bo lawê xwe Azat Akkoyun ku hatiye revandin, çalakiya rûniştinê dike, îdia kir ku endamên partiyê heqaretî wê kirin û lewma xwest têkeve avahiya partiyê.

Li ser vê yekê hêzên ewlekariyê ketin navberê û hewil dan ku Akkoyun hêsa bibe.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 îlon 2019, 16:01
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE