''Bese kurê min te em perîşan kir êdî vegere''

''Bese kurê min te em perîşan kir êdî vegere''

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 362yemîn.

Dayik Necîbe Çîftçiya ku ji bo kurê xwe Rojhatê 6 sal berê revandin çiyê ji Şemzînana navçeya Hekariyê hat û beşdarî çalakiyê bû got ku ew heta ewladên xwe hilnedin ji pêşiya derê HDPyê naçin.

Çîftçiyê ragihand ku 6 sale ew ji ewladê xwe tu xeberê hilnade û wiha domand: "Me qelem da destê wan lê ew çekan didin destê wan. Vî sebiyê hanê kirine neyarê esker û polêsan. Niha jî ji sebiyê ra gotine me birayê te nekuşt dewletê kuştiye. Kurê min Rojhat ez bi her tiştî zanim. PKKyê birayê te kuşt. Bese kurê min te em perîşan kir êdî vegere."

Dayik Solmaz Ovunça ku ji bo kurê xwe Baranê 5 sal berê ji Wanê di 15 saliya wî da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bûye diyar kir ku heta bigihêje kurê xwe dê çalakiya xwe bidomîne.

Ovuncê got ku ew ji HDP û PKKyê ewladên xwe dixwazin û wiha domand: "Ev salek e em li vêderê ne û parlementer tên û diçin. Di ser da jî çêrî me dikin. Ew çi meriv in, çi Kurd in. Dema hilbijartinan tên û li derê me dixin û dibêjin em mafên we diparêzin. Ew heq filan naparêzin bila sebiyê min bidin."

Ovuncê destnîşan kir ku heke wê bi cihê kurê xwe bizanibûya niha zû çûbû û wiha pê da çû: "Bi Îzna Xwedê ez ê ewladê xwe ji nav lepên wan derxim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE