Cîgirê Serokkomar Fuat Oktay got, ""Di erdheja Bîngolê de 18 kes birîndar bûn."
Oktay bi talîmata Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan digel Wezîrê Karê Navxweyî Suleyman Soylu û Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Murat Kurum, Alîkarê Serokê Giştiyê AK Partiyê Cevdet Yılmaz, Parlementerê AK Partiyê yê Bîngolê Feyzî Berdibek, Cîgirê Wezîrê Veguhastin û Binesaziyê Enver Îskurt, Serokê AFADê Mehmet Gulluoglu bi sedema dîtina cihê erdhejê gihiştin Bîngolê.
Cîgirê Serokkomar Oktay got, "Di erdheja Bîngolê de 18 kes birîndar bûn. Ji welatiyên me yên birîndaran weke nuha yên rewşa wan krîtîk tune ne. 46 paşhej çêbûn. 2 ji wan di ser şîdeta 4ê re ne. Ev normal in. Wê kêm bibin û bidomin."
Oktay herwiha got, "Bi 90 ekîbî xebata tesbîta zirarê destpê kiriye. Heta biqede dê bidome."
AA