"Bi biryarên ku îro bên hildan em ê mohra xwe li pêşeroja pêwendiyên Türkiye û Afrîkayê bixin"

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di Rûniştina Vekirina Civîna Şirîkatiyê ya Tirkiye-Afrîkayê ya 3yemîn da axivî.

"Bi biryarên ku îro bên hildan em ê mohra xwe li pêşeroja pêwendiyên Türkiye û Afrîkayê bixin"

 Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Înşellah karên ku em ê îro bikin û biryarên ku em ê îro hildin wê mohra xwe li pêşeroja pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê bixin."

Erdogan li Navenda Kongreyê ya Stenbolê di Rûniştina Vekirina Civîna Şirîkatiyê ya Tirkiye-Afrîkayê ya 3yemîn da axivî.

Serokomar Erdogan diyar kir Tirkiyeyê qet pişta xwe nedaye Afrîkayê û gelên Afrîkayê û wiha axivî, "Di encama hewldanên me yên hevbeş da pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê gihîştine asteke ku 16 sal berê nedihat xeyalkirin. (Afrîka) Bi parzemînê ra hecma me ya ticaretê ku 5,4 milyar dolar bû di sala 2020î da ji 25,3 milyar dolarî derbas bû."

Erdogan destnîşan kir Peymana Herêma Ticareta Serbest ya Parzemîna Afrîkayê ku di 1ê Çileya 2021ê da ket rewacê ji nêz va dişopînin û wiha got, "(Bi Afrîkayê ra) Bi hewldanên muşterek ez bawer dikim ku em ê ticareta xwe pêşiyê derxin 50 milyar dolarî û di pey ra jî derxin 75 milyar dolarî. Em hewl didin ku em bi hev ra qezenc bikin, pêşva herin, mezin bibin û bi hev ra bimeşin."

Serokomar Erdogan diyar kir bi saziyên wekî TÎKA, Enstîtuya Yunus Emre, Weqfa Mearifê, Ajansa Anadoluyê, Rêhewayên Tirkiyeyê û Heyva Sor hebûna xwe ya li parzemînê hê xurt kirine.

Erdogan got ku haya me ji mexdûriyeta Afrîkayê heye ku ji ber bêedaletiya kurewî ya peydakirina aşiya Kovîd-19ê çêdibe û wiha dewam kir, "(Bi Afrîkayê ra) li gor derfet û îmkanên xwe em dixwazin di heyama pêş da 15 milyon doz aşî parve bikin. (Turkovac) Gava pêvajo temam bibe em ê tevî gel û xwîşk û birayên xwe yên Afrîkayî aşiya xwe pêşkêşî hemû mirovahiyê bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir têkoşîna ku di bin alaya dinya 5an mezintir e da dimeşînin ne tenê ji bona xwe ji bona xwîşk û birayên xwe yên Afrîkayê jî didin û wiha peyivî, "Ji bona Afrîka li Konseya Ewlehiyê wekî ku heq dike bê temsîlkirin divê em hevkariyê bikin. Li Konseya Ewlehiyê heqê gotin û biryarê ya parzemîna Afrîkayê ku 1,3 milyar kes lê dijî tuneye û ev bêdaletiyeke mezin e. Ji ber ku em bi qasî 40 salî ye dijî terora cudakar şer dikin em tengasiya ku xwîşk û birayên me yên Afrîkayê ji ber ewlehiyê rû bi rû dibin baş fehm dikin."

Erdogan got înşellah karên ku em ê îro bikin û biryarên ku em ê îro hildin wê mohra xwe li pêşeroja pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê bixin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE