Bi BîoNTechê ra peymana aşiyê hat îmzekirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahretîn Koca ragihand ku bi BîoNTechê ra peymana aşiyê îmze kirin

Bi BîoNTechê ra peymana aşiyê hat îmzekirin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku peymana der barê aşiya BîoNTecha ku dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat pêşxistin îşev di saet 04.30yî da hat îmzekirin, di vê çarçoveyê da 550 hezar doz aşiya ku ji bo îsal hat veqatandin dê heta dawiya sal yan jî di serê kanûna paşîn da bê Tirkiyeyê.

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê Twîtterê da bi bîr xist ku eşkere kiribû ku peymana der barê aşiya BîoNTechê da li ber îmzekirinê ye.

Koca da zanîn ku peyman îşev saet 04.30yî da hat îmzekirin û ev gotin:

"Li gor peymana hat îmzekirin mîqdara doza ku ji bo îsal hatiye veqetandin û xoceyê me Prof. Dr. Ugur Şahîn eşkere kir ku di depoyan da amade disekine 550 hezar doz e. Tê payîn ku ev mîqdar heta dawiya salê yan jî serê kanûna paşîn bê Tirkiyeyê. Heta dawiya adarê di 4,5 milyon doz aşî teslîmê welatê me bikin. Li gor peymana me bu mutebaqata aliyan va dê heta 30 milyon dozê di heman şertan da aşî bikare bê temînkirin."

Wezîr Koca diyar kir ku sedema derengmayînê ew eqebûl nekir ku der barê pirsgirêkên ku dê ji hilberîna aşiyê derkevin hilde ser xwe û got ku "Lihevkirin çêbû ku berpirsyariya hilberîneran bi mezinahiya darayî va sînordarkirî be. Ji bo emilandina vê aşiyê dê ji welatiyên me divê razî bin."

Koca destnîşan kir ku di tetbîqkirina vê peymanê da, ji bo ku astengî ji holê bê rakirin gelekî keda Prof. Dr. Ugur Şahîn heye û got ku "Îmtiyaza ku ji bo Tirkiyeyê kir dê neyê jibîrkirin. Ez cardin li ser navê gelê me spasiya wî dikim."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE