Bi daxuyaniya hevpar ya Komên Meclisê yên AK Partî, CHP, MHP û ÎYÎ Partiyê êrîşa Îdlibê bi tundî û nefred hat şermezarkirin.
Di daxuyaniya hevpar de wiha hat gotin:
“Ji bo êrîşa li dijî eskerên me, her tim mafê me heye ku em bersivê bidin. Li herêmê xelk şerpeze ye. Ji bo ku pêşî li vê were girtin, em dixwazin li gorî hiqûqa navneteweyî çareseriyeke siyasî were dîtin. Artêşa tirkiyê ya qehreman her tim wezîfeya ku meclisê dayê bi awayekî serkeftî bi cih anî. Em pê bawer in ew ê ji vê şûn de jî wisa bike.”