"Bi derew û buxtanan xerabiya xwe di kesî nedin"

Serok Erdogan: "Heger hûn nikarin bi projeyeke biçûk jî derkevin pêşberî raya giştî hêza welêt badilhewa nekin. Heger hûn nikarin siyasetê bikin reqabeta ji bona xêrê bi derew û buxtanan xerabiya xwe bi kesî nedin."

"Bi derew û buxtanan xerabiya xwe di kesî nedin"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Heger hûn nikarin bi projeyeke biçûk jî derkevin pêşberî raya giştî hêza welêt badilhewa nekin. Heger hûn nikarin siyasetê bikin reqabeta ji bona xêrê bi derew û buxtanan xerabiya xwe di kesî nedin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir kesên di hişmendiya CHPyê da ne ji bona avêtina tweetan ketine pêşbaziyê û wiha axivî, "Dibêjin 'Nizanim evqas pere' li ku derê ye? Ewqas pere di xezîneya gel û Bankeya Navendî da ye. Tiştekî wenda tuneye. Heger tiştekî wenda hebe ew jî li cem we ye. Kesên di hişmendiya CHPyê da ne ji bona avêtina tweetan ketine pêşbaziyê. Radibin û rûdinin dibêjin 'hey zava û hey zava.' Bi qasî zava kevir bi we da bibarin."

Erdogan destnîşan kir êdî Türkiyeyeke ji sedî 63yê ceyrana ku par emiland ji çavkaniyên vejenê yên xwemalî û nûkirî çêdike, heye.

Serok Erdogan destnîşan kir Kanûniya keştiya sondaja behra kûr ku ya sêyemîn e li Bêndergeha Fîlyosê xebatên amadehiyê yên ji bona sondajê didomîne û wiha peyivî, "Ew ê jî înşellah di Nîsanê da dest bi sondajê bike. Türkiyeyê sê keştiyên sondajê bi 450 milyon dolarî çêkir. Heger me ev keştiyana ji nû va bidana çêkirin divê me 2 milyar û 100 milyon dolar bida. Te fehm kir Kemal efendî?"

Erdogan diyar kir kesên nelihev hene ku rayeya desthilatdariyê ji gel nastînin vê rayeyê di felaketa welatê xwe da digerin û wiha got, "Em ji wan ra dibêjin ku di rêyeke şaş da ne. Em ê bi hev ra bixebitin. Em bi bişirîneke tehl kesên êrîşî şexsê min û malbata me û hevalên me yên di Meclis, partî û hikûmetê da dikin û dixwazin me ji rê vegerînin, dişopînin. Heger hûn nikarin bi projeyeke biçûk jî derkevin pêşberî raya giştî hêza welêt badilhewa nekin. Heger hûn nikarin siyasetê bikin reqabeta ji bona xêrê bi derew û buxtanan xerabiya xwe di kesî nedin. Kesên bûyerên acizkirin, tecawiz, dizî û bêariya di teşkîlatên partî, şaredarî û derdorên xwe da nabînin, xwe li kerr û laliyê datînin, helbet dozeke wan ya ji bona gel tuneye."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE