"Bi destê terorîstên PKK/YPGyî 20 êrîş/binpêkirin hatin kirin"

Wezareta Parastina Neteweyî: "Ligel Rêkeftina Navçeya Aram ku 17ê cotmehê bi Amerîkayê ra hat kirin, bi destê terorîstên PKK/YPGyî 20 êrîş/binpêkirin hatine kirin"

"Bi destê terorîstên PKK/YPGyî 20 êrîş/binpêkirin hatin kirin"

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku ligel Rêkeftina Navçeya Aram ku 17ê cotmehê bi Amerîkayê ra hat kirin, bi destê terorîstên PKK/YPGyî 20 êrîş/binpêkirin hatine kirin.

Di daxuyaniya wezaretê da hat destnîşankirin, di peywira çavdêrî û keşfê ya li herêma Til Ebyada li rojhilatê Feratê da bi guleya dijetang û çeka sivik ku bi destê terorîstên PKK/YPGyî hat agirkirin, eskerek şehîd bû û eskerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di çarçoveya berevaniya rewa da bersiva êrîşê hat dayîn û wiha hat gotin:

"Ligel Rêkeftina Navçeya Aram ku 17ê cotmehê bi Amerîkayê ra hat kirin, bi destê terorîstên PKK/YPGyî 20 êrîş/binpêkirin hatine kirin. Ligel van hemû çalakiyên dijî rêkeftinê, duh rê hatiye dayîn ku konvoyeke 39 wesayîtan ku piraniya wan ambulans bûn, bi awayekî ewle derbasî Resûleynê bibin û jê derkevin. Bi vî awayî birîndar û hin kesên din bi awayekî ewle ji herêmê hatine derxistin.

Ji bo şehîdê me yê ezîz ku di vê bûyera ku em xemgîn kirin da jiyana xwe ji dest da em ji Xwedê rehmet, ji malbata wî ya bikeder, Hêzên Çekdarên Tirk û miletê me yê esîl ra serxweşî û sebrê û herwiha ji bo hevalê me yê çekê yê birîndar jî şifayê dixwazin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE