"Bi herekata Pençe-Kilîtê em ê ewlehiya sînorên welatê xwe pêk bînin"

"Bi herekata Pençe-Kilîtê em ê ewlehiya sînorên welatê xwe pêk bînin"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bi herekata Pençe-Kilîtê armanca me ew e ku him axa Iraqê ji bandora rêxistina terorê paqij bikin û him jî ewlehiya sînorên welatê xwe pêk bînin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser gardiyan Cengiz Yîgitê li Bursayê di êrîşa terorê da hat kuştin û wiha got, "Xwedê rehma xwe li gardiyanê ku li Bursayê di êrîşa terorê da şehîd ket, bike. Ji bona kesên birîndar jî şîfayê dixwazim."

Erdogan der barê operasyona Pençe-Kilîtê da wiha axivî, "Bi herekata Pençe-Kilîtê armanca me ew e ku him axa Iraqê ji bandora rêxistina terorê paqij bikin û him jî ewlehiya sînorên welatê xwe pêk bînin."

Erdogan diyar kir rêxistinên terorê êdî li nava welatê wan nikarin çalakî bikin û got ku bi piranî êdî bi rehetî nikarin ji sînorên me derbas bibin yan jî birevin.

Serokomar Erdogan der barê pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê da destnîşan kir gavên ku bi Îsraîlê ra ji bona pêwendiyên xwe yên siyasî û aboriyê diavêjin û doza Qudsê ji hev cuda ne û wiha got, "Eşkere ye ku ji bona bi awayekî çalak doza Filistînê bê parastin divê bi Îsraîlê ra pêwendiyên maqûl, mantiqî, hevseng û lihevkirî bên danîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE