"Bi hesabên îdeolojîk, turîstîk û ticarî destavêtina sembolên me yên dînî niyetxerabî ye"

"Bi hesabên îdeolojîk, turîstîk û ticarî destavêtina sembolên me yên dînî niyetxerabî ye"

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bêyî ku daxwaza gel hebe bi hesabên îdeolojîk, turîstîk û ticarî destavêtina dijî sembolên me yên dînî niyetxerabî ye."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir kesên ku di warê vîzyon, bername û projeyan da nikarin bi wan ra bikevin pêşbaziyê di nav xwe da ketine nav pêşbaziya heqaret, buxtan û derewan ku ev ji bona welatê wan dibe sedema kêmasiyeke mezin.

Erdogan destnîşan kir li vî welatî kes mecbûr nîne li gor kêfa CHPyê hereket bike û li gor daxwaza CHPyê tevbigere û wiha axivî: "Em di heyata xwe da tu zemanî li ber nijad, bawerî, meşreb, çand û tercihên tu kesî nebûne asteng û em nabin jî, lê em nahêlin tu kes dest û zimanê xwe dirêjî bawerî, meşreb û çanda me bike."

Serok Erdogan diyar kir heger di mêjiyê CHPyê hesabên vegere hişmendiya faşîst ya di salên 1940î da hebe ji niha va dibêjin ku ev şaşî ye.

Erdogan diyar kir bêyî ku daxwaza gel hebe bi hesabên îdeolojîk, turîstîk û ticarî destavêtina dijî sembolên wan yên dînî niyetxerabî ye û wiha peyivî: "Ciyê her xizmetên ku welatê me paşva nebe pêşva bibe li ser serê me heye. Lê em êrîş û bêsiyanetiya dijî nirxên gelê xwe û çand û dîroka xwe qebûl nakin."

Serok Erdogan got ku li pişt kesên ku dixwazin hewla derbeyê ya 17-25ê di bin navê hiqûqê da veşêrin û ji hewla derbeyê ya di 15ê Tîrmehê ra dibêjin 'şano' heman cî û hişmendî heye û wiha pê da çû: "Ji bona me wezîfe ye ku em hişmendiya neyartiya dijî welat û gelê xwe dikin navenda siyaseta xwe û kesên aqil didin wan bi hev ra di nav dîrokê da wenda bikin."

Erdogan destnîşan kir di sala nû da dixwazin di têkiliyên xwe yên bi Amerîka û Ewropayê ra rûpeleke nû vekin û wiha got: "Em hevkariyên xwe yên piralî yên siyasî, aborî û eskerî wekî alternatîfa têkiliyên xwe dûr û dirêj yên bi Amerîkayê ra nabînin. Em hêvî dikin ku Yekîtiya Ewropayê ji korîtiya stratejîk demildest xilas bibe ku Türkiyeyê ji xwe dûr dike."

Serok Erdogan got ku heger em rewşa îstisnaî daynin dera hanê jî hikmê der barê Selahaddîn Demirtaş da mesela bi hincetên biryara heman dadgehê ya der barê Partiya Batasunayê ya li Îspanyayê ra bi eşkereyî li hev nakin.

Erdogan got ku Dadgeha Mafên Însanî ya Ewropayê heger dixwaze li cem Türkiyeyê rûmeta wê hebe divê beriya her tiştî vegere û li nakokiyên xwe mêze bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE