"Bi hevkariyê em dikarin Tirkên Qibrîsê bigihînin rewşa ku heq dikin"

Serok Erdogan: "Bi hevkariyê em dikarin Tirkên Qibrîsê bigihînin rewşa ku heq dikin"

"Bi hevkariyê em dikarin Tirkên Qibrîsê bigihînin rewşa ku heq dikin"

 Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bawer dikim ku bi hevkariyê em dikarin Tirkên Qibrîsê bigihînin rewşa ku heq dikin."

Erdogan ji Qesra Vahdettîn bi weşana zindî beşdarî Civîna Serokên Dewletê ya Konseya Tirkan bû.

Serok Erdogan destnîşan kir guherînên li dinyayê çêdibin qîmeta yekîtiyên mîna Konseya Tirkan hê zêde dikin û wiha axivî, "Konseya Tirkan ya di pêvajoya 12 salî da sazîbûna xwe temam kir îtibara wê ya navneteweyî jî zêde ye. Li gorî baweriya min dem hatiye ku em konseya xwe wekî rêxistineke navneteweyî pênase bikin. Em hêvî dikin ku Civîna Asayî ya 8emîn ya konseya xwe li gor derfet û îmkanên şewbê di 12ê Mijdara 2021ê da li Stenbolê çêkin."

Erdogan di axaftina xwe da got ku ji bona parastin û avakirina avahiyên Tirkan yên li Qerebaxê divê her gav bi hemû derfet û îmkanên xwe li cem Azerbeycanê bin û wiha pê da çû, "Digel birêz Îlham Eliyevê birayê xwe yê ezîz ez careke din hemû xwîşk û birayên xwe yên Azerbeycanî ji ber serkeftina li Qerebaxa Çiyayî pîroz dikim. Hêvî dikim ku di demeke kin da, piştî Eyda Remezanê, Şûşayê ziyaret bikim û em li Şûşayê eydeke din pîroz bikin."

Serok Erdogan di axaftina xwe da got bawer dikim ku bi hevkariyê em dikarin Tirkên Qibrîsê bigihînin rewşa ku heq dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE