Bi mazûvaniya Türkiyeyê "7emîn Konferansa Lihevanînê ya İstanbulê" wê bê kirin

Di konferansê da ji hundir û dervayî welêt kesên di qada xwe da pisporên wê bên bal hev.

Bi mazûvaniya Türkiyeyê "7emîn Konferansa Lihevanînê ya İstanbulê" wê bê kirin

Türkiyeya ku di qada lihevanînê da wek marqe tê nîşandan bi beşdarbûna nûnerên payebilind ên endamên rêxistinên navneteweyî va wê di 17ê Îlonê da ji bo "7emîn Konferansa Lihevanînê ya İstanbulê" mazûvaniyê bike.

Di salên dawîn da Türkiye ji bo çareserkirina pirsgirêkên navneteweyî hewl dide ku bila ew bi rêyên aştiyane bên çareserkirin û ev hewla Tirkiyeyê di nav şert û mercên Neteweyên Yekbûyî (NY) da jî cih digire.

Türkiye di vê qadê da bi hewl û xebatên xwe êdî him di qada teoriyê da û him jî di qada pratîkê da tiştên bi kêr dike û wezîfeya hildaye ser xwe bi cih tîne.

- 7emîn Konferansa Lihevanînê ya İstanbulê

Konferansa ewil a bi vî rengî cara ewil di sala 2012an da hatibû kirin, xwemalî û biyanî gelek kesên di qada xwe da pispor bi saya van konferansan hatin bal hev û di 17ê Îlonê da jî wê 7emîn Konferansa Lihevanînê ya İstanbulê bê lidarxistin.

Konferans wê ji alî Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres va bê vekirin û ji hundir û dervayî welêt kesên di qada lihevanînê da bi nav û deng in û pisporên karê xwe ne wê bên bal hev.

Di konferansê da Ghassan Salame, Staffan de Mistura û Alvaro de Sotoyê ku berê Nûnerên Taybet ên NYê bûn, ji saziyên wek Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê, Yekîtiya Afrîkayê, Desthilatiya Pêşxistina Hevkariya Nav Hikûmetan nûnerên payebilind û kesên wek Prof. Dr. William Zartmanê di qada lihevanînê da tên naskirin wê beşdar bibin.

Di konferansê da wê li ser serpêhatiyên kesên ku di qada aştiyê da dixebitin û di seranserê pêvajoya şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) da lê rast hatin bê sekinîn. Gelo şewb li ser dînamîkên şer û pevçûnê xwedî tesîreke çawan e jî wê di konferansê da bê nîqaşkirin.

Di çarçoveya konferansê da wê sê panelên sereke bên kirin û li ser rewşa herêmên niha şer û pevçûn lê hene, di heyama piştî şewbê da dînamîkên şer û aştiyê û têkiliya di navbera bi dijîtalbûnê ra avakirina aştiyê da bê sekinîn.

Ji ber sînordarkirinên şewba Kovîd-19ê konferans wê îsal awayek online bê kirin û ji ser YouTubê jî zindî bê weşandin. Ji ber ku konferans wê online bê kirin ev yek di nav xwe da jî tiştekî nû ye.

Çalakî li ser înternetê tê kirin, Wezîr Çavuşoglu par di Konferansa Balyozan a 11î da "Dîplomasiya Dijîtal" îlan kiribû ev jî li gor wê ye.

- Her kesên bi "navçîtiya ji bo aştiyê" ra eleqedar dibin tîne ba hev

Konferansa Navçîtiyê ya İstanbulê ya Wezareta Karên Derva ji sala 2012an vir da li dar dixe siyasetmedar, dîplomat, akademisyen, pispor, xwendekar û kesên bi navçîtiya ji bo aştiyê ra eleqedar dibin tîne ba hev.

Di konferansan da li ser nîqaşên rojane yên ji bo navçîtiyê diaxivin.

Di konferansên hetanî nika hatin kirin da li ser hin waqieyan sekinîn, tesîrên veguherandina dijîtal a li ser rageşiyê, hewcedariya bi navçîtiyê, rola rêxistinên navneteweyî û herêmî ya ji bo nevçîtiyê, têkiliya di navbera pêşketina domandinê û aştiyê da axivîn.

Wekî mayîn konferansan tevkarî da pêşxistina navçîtiyê ya di banê NY, AGÎT û Teşkîlata Hevkariya Îslamî (THÎ) da. Di vê çarçoveyê da ji sala 2017an vir da Türkiye pêşîkêşî kir û ji bo THÎyê jî konferansên wekî vê tên lidarxistin.

- Li rêxistinên navnetweyî hewlên navçîtiyê

Ji bo girîngiya navçîtiyê bînin rojevê û kedeke zêde û çavkaniyê ji vê ra veqetînin Türkiyeyê di sala 2010an da li Fînlandiyayê di banê NYyê da hewla "Navçîtiya Ji Bo Aştiyê" tesîs kir.

Vê hewlê tevkariyeke girîng da mijara navçitiyê. 52 welat û 8 rêxistinên navneteweyî bûn endamên "Koma Dostên Navçitiyê" ne û hejmara endaman derkete 60î.

Bi saya serkeftina hewla li NYyê ya Türkiyeyê di banê AGÎT û THÎyê da jî komên wekî vê hatin avakirin.

Di vê mijarê da Türkiye di hersê koman da jî di asta hevseroktiyê da ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE