''Bi Misrê ra pêwendiyên me yên dîplomatîk dest pê kirine''

''Bi Misrê ra pêwendiyên me yên dîplomatîk dest pê kirine''

Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu der barê têkiliyên navbera Misir û Tirkiyeyê da ku ji sala 2013an pê va pir baş nîne got ku bo asayîbûna têkiliyan herdu aliyan jî tu şert û merc nedan pêş û wiha domand: "Bi Misrê ra him di qada îstixbaratê da û him jî di asta wezaretên karên derva da hevdîtinên me hene. Di asta dîplomatîk da têkiliyên me dest pê kirin"

Wezîr Çavuşoglu rûdanên dawîn ên der barê polîtîkaya karên derva da ji nûçegihanên Ajansa Anadolu (AA) û TRTyê ra nirxand.

Amerîkayê pêşniyaz kiribû ku ji bo pêkanîna peymana aştiyê ya li Efxanistan bila Tirkiye jî mazûvaniya civînekê bike û li ser wê pêşniyazê Çavuşoglu jî destnîşan kir ku li gor plan û bernameyê ew dixwazin di meha nîsanê da ji bo pêvajoya aştiyê ya Efxanistanê pêk bê li Stenbolê civînekê bikin.

- "Bi Misrê ra di asta dîplomatîk da têkiliyên me dest pê kirin"

Hat pirsîn ku gelo Tirkiye û Misrê ji bo asayîbûna têkiliyên dualî qet şert û merc danîn yan na? û Wezîr Çavuşoglu li ser vê pirsê got: "Misrê tu şert û merc danenîn pêşiya me. Me jî niha tu şert û merc danenîn pêşiya wan. Ji ber wê jî niha li gor stratejî û nexşerêyekê hevdîtin pêk tên û didomin. Bi Misrê ra him di qada îstixbaratê da û him jî di asta wezaretên karên derva da hevdîtinên me hene. Di asta dîplomatîk da têkiliyên me dest pê kirin."

Nûçegihan têkiliya Tirkiyeyê ya bi Erebistana Siûdî û Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb ra jî anîn rojevê û Çavuşoglu destnîşan kir ku heke herdu welat jî gavên erênî biavêjin ew ê jî heman gavê biavêjin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE