"Bi peymana digel Libyayê Tirkiyeyê mafên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranî"

Serok Erdogan derbarê peymana digel Libyayê got, "Bi vê muxtireya mitabeqetê, Tirkiyeyê di esasê de mafên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranî."

"Bi peymana digel Libyayê Tirkiyeyê mafên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranî"

Serok Recep Tayyip Erdoganderbarê peymana digel Libyayê got, "Bi vê muxtireya mitabeqetê, Tirkiyeyê di esasê de mafên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranî."

Erdogan li bernameya "Serokomar Taybet" ya di weşana hevbeş a TRTê de derbarê rojevê de nirxandin kirin û bersiva pirsan da.

Serok Erdogan derbarê peymana digel Libyayê got, "Bi vê muxtireya mitabeqetê, Tirkiyeyê di esasê de mafên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî bikaranî."

Erdogan ji bo rojhilata Deryaya Spî got, "Emê keştiyeke din a sondajê bikirin. Ne tenê li Deryaya Spî, li Deryaya Reş, heta li nav avên navneteweyî jî xebatên xwe bidomînin. Heta îro lêdan, sitendin, lê na ji nuha û pê de bes e, êdî emê jî li mafê xwe xwedî derkevin."

Serok Erdogan bal kişand ser muxtireya mitabeqetê digel Libyayê û got, "Li hundir û derve yên ku vê ji vê aciz in hene. Emê weke Tirkiye û Libyayê di çarçoveya vê peymana nû de di qadên herêma aboriyê de fealiyetên hevbeş ên lêgerînê bikin. Ti pirsgirêkek nîn e. Aktorên din ên navneteweyî bê vê peymanê di qadên ku Tirkiyeyê xêzandine êdî bê îzin nikarin fealiyeta lêgerînê bikin. Qibirisa Başûr, Misir, Yewnanistan û Îsraîl ji vê herêmê bêyî Tirkiyeyê nikarin xeta veguhastina xaza siruştî bikin. Ji ber vê emê qet destberdariyê nekin. Tiştên ku hatin kirin bi hiqûqa deryayî ya navneteweyî re pabend e. Tirkiyeyê bi vê muxtireyê, bi eşkere nîşanî raya giştî ya cîhanê da ku diparastina mafên xwe yên li gorî hiqûqa navneteweyî biryardar e. Muxtire ji bo hewlên Rûm-Yewnan ku dixwazin Tirkiyeyê bi Deryaya Reş dorpêç bikin, weke bersiveke bihêz e. Derdê me ne çêkirina dijminan e, çêkirina dostan e. Heke dijmin jî hebin em wan jî dawetî dostaniyê dikin."

Erdogan bal kişand ser Herêma Ewle ya li bakurê Sûriyeyê û wiha got, "Bicihkirina milyonek mirov di navbera Til Ebyed û Resuleynê de. Armanc û plana me ya li herêma ewle, ev e."

- Vîdeoya derbarê terorîst Ferhat Abdî Şahîn

Serok Erdogan ji bo vîdeoya derbarê terorîst Ferhat Abdî Şahîn got, "Di demekê de ku Trump û 5 senator, herwiha wezîr jî amade bûn, me ew vîdeo bi hemiyan re parvekir. Me got, binerin ev mêrik kesek wisa ye ku bûye sedama kuştina bi sedan, bi hezaran welatiyên Tirkiyeyê. Terorîstekî wisa ye. Mumkun nîn e ku em bi vî re bicivin û hevdîtinan bikin. Qetiyyen em wî weke navbênkar jî qebûl nakin. Ev tişt ne di hiqûqa navneteweyî de, ne jî di zanista siyasetê ya navneteweyî de heye. Şexsen ez qet tiştekî wisa qebûl nakim, ev ne mumkun e."

- Birîndarkirina nûçegihanê fotoyê yê AAyê Mustafa Yalçin ji aliyê polîsên Fransî ve

Serok Erdogan derbarê birîndarkirina nûçegihanê fotoyê yê AAyê Yalçin ji aliyê polîsên Fransî ve got, "Ji bo birayê me Mustafa Yalçin ez hêviya şîfayê ji Xwedê dikim. Ji xwe dema li hesabê wan tê hêza bêhevseng bikartînin. Em dibînin bêyî ku ferqê têxinê polîs jin û mêran li erdê dixijiqînin, ma ne wisa ye? Fransa ji ber ku bi derve ve mijûl dibe, wext nabîne ku bi pirsgirêkên xwe yên navxweyî ve mijûl bibe."

Erdogan derbarê bûyerên li Parîsê got, "Ev durûtiya welatên Ewropayê, heta min guherand, pirrûtiya wê, di warê tundiya polîsan jî derdikeve pêşberî me."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE