Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê 2 malbatên din jî gihîştên ewladên xwe

Bi saya çalakiya dayikên Diyarbekirê 2 malbatên din jî gihîştên ewladên xwe

Li Diyarbekirê 2 malbatên din jî yên ku li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê çalakiya rûniştinê dikin, gihîştin ewladên xwe yên ku ji rêxistina terorê PKKyê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn.

Sevgîla dê û Îhsan Akdemîrê bav û her wiha Fahîme Tutmuşa dê ku beşdarên çalakiya rûniştinê ya li Diyarbekirê ne, digel zarokên xwe hatin cem hev ku bi xebatên qanîkirinê yên di kordîneya Wezareta Karên Navxweyî va teslîm bûn.

Merve Akdemîr û Abdurrahîm Tutmuş ên ku ji rêxistina terorê revîn û teslîmî hêzên ewlekariyê bûn, li navçeya navendê Sûrê di hevdîtina li Keleha Hundirîn a dîrokî da digel malbatên xwe hatin cem hev.

Herdu dayik piştî çendîn salan zarokên xwe hemêz kirin û giriyan.

Akdemîrên jin û mêr yên piştî 6 salan gihîştin keça xwe, diyar kirin ku pir kêfxweş in.

Tutmuşa dê ya ku piştî 7 salan kurê xwe hemêz kir jî bi Kurdî wiha got, "Şikir, Xwedê ji dewleta me razî be."

Tevî herduyên dawîn, hejmara malbatên ku zarokên wan ji nav lepa terorê xilas bûn, derket 37an.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE