Bi serektiya Serok Erdogan Civîna Ewlekariyê hat lidarxistin

Bi serektiya Serok Recep Tayyîp Erdogan, Civîna Ewlekariyê hat lidarxistin.

Bi serektiya Serok Erdogan Civîna Ewlekariyê hat lidarxistin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, civîna ewlekariyê ya ku li Qesra Huberê ya Serokkomariyê hat lidarxistin 3 saetan ajot.

Di civînê de Cîgirê Serokomar Fuat Oktay, Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Berevaniya Neteweyî Hulusî Akar, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, Sererkan Orgeneral Yaşar Guler, Serokê Teşkîlata Sîxuriya Neteweyî Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê Fahrettîn Altun, Fermandarê Hêza Bejayê Orgeneral Umît Dundar, Fermandarê Hêza Asîmanî Orgeneral Hasan Kuçukakyuz, Fermandarê Hêza Deryayî Oramîral Adnan Ozbal û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî amade bûn.

Di civînê de di serî de Sûriye, Iraq û Libya mijarên herêmî yên bi ewlekariya Tirkiyeyê re peywendîdar hatin gotûbêjkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE