Bi Serok Erdogan ra hesin qaynax kir

Bi Serok Erdogan ra hesin qaynax kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirina Herêma Pêşesaziya Organîze ya 2yan a Odeya Pîşesaziya Enqereyê bû, Melek Tuga 3 sal e hostetiya qaynaxê dike bal kişand.

Di merasima vekirinê da Serokkomariyê "protokola taybet" bi kar anî. Di merasima li fabirqeya MÎTAŞê da di nav beşdaran da Tug jî hebû û her tim aliyê çepê yê Erdogan rûnişt.

Tugê bi Serok Erdogan hesin qaynax kir û dema birîna bendê vekirina 26 fabirqeyan da jî li cem Erdogan sekinî.

Melek Tugê di merasimê da xeberda û Erdogan li çepikan xist.

Tugê di axaftina xwe da diyar kir ku piştî danîna lûleyên kalorîferê û xaza siruştî çû qursa qaynaxa hesin û wiha axivî: "Kesên digotin tu jin î nikarî bikî hebûn. Niha sala min a 3yan e es hostetiya qaynaxa hesin dikim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE