Bi têkoşîna xwe ya bibiryar va ewladên xwe ji nava lepê terorê derxistin

Ji malbatên ku ji bo zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê çalakiya rûniştinê kirin, jê 15an ewladên xwe ji nava lepê terorê derxistin

Bi têkoşîna xwe ya bibiryar va ewladên xwe ji nava lepê terorê derxistin

Bi çalakiya dayikên Diyarbekirê ya li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgehê va 15 malbatan zarokên xwe ji rêxistina terorê PKKyê xilas kirin.

Li Diyarbekirê Hacire Akarê li ber avahiya HDPya ku wekî berpirsê revandina kurê xwe dibîne, 22yê Tebaxa 2019an dest bi çalakiya rûniştinê kir. Akarê ji çalakiya xwe encam sitand û bi têkoşîna wê ya bibiryar va 24ê Tebaxa 2019an kurê wê vegeriya.

Têkoşîna Hacire Akara dayik ji bo dayikên ku êşa wan yek e bû nimûne. Dayikên dilşewat 3yê Îlona 2019an dest bi çalakiya rûniştinê kirin, çalakiya wan roj bi roj berfireh bû û niha jî saleke çalakiyê tijî bû.

Malbatên ku beşdarî çalakiyê bûn, digel havîn, zivistan, berf, baran, şewba vîrusa koronayê û gefan dest ji çalakiya xwe nekişandin û çalakiya xwe domandin.

Bi telîmata Serokomar Recep Tayyip Erdogan a bo Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu va xebatên qanîkirinê yên hêzên ewlekariyê jî zêde bûn. Bi çalakiya rûniştinê û xebatên qanîkirinê va 15 malbatan ewladên xwe ji nava lepên terorê derxistin.

Piştî Hacire Akara ku çalakiya wê çar roj kişand, Hatice Ceylan di 10ê Berfanbara 2019an da gihîşt kurê xwe Cafer ku 5 sal berê revandibûn çiyê.

Beşdara çalakiyê Husniye Kayayê jî mizgînî 26ê Berfanbara 2019an hilda. Mekiye Kara ji kampên rêxistina terorê PKKyê yên li Iraqê revî û teslîmî hêzên ewlekariyê bû. Kayayê keça xwe ya ku gava 14 salî bû hatibû revandin, hemêz kir. Dayik Kaya piştî hesreta 5 salan keça xwe hemêz kir û giriya.

Dapîr Halime Kadran ji bo neviyê xwe beşdarî çalakiya rûniştinê ya li dayikên diyarbekirê bû û bi xebata hêzên ewlekariyê neviyê wê Îbrahim Halil Kadran 10ê Rêbendana 2010an vegeriya.

- Piştî hesreta 4 salan gihîştin kurê xwe

H. Açanê kurê Metin Açan ku ji Bîngolê hat û 13ê Rêbendana 2020an beşdarî çalakiya rûniştinê bû, li Sîlopiya navçeya Şirnexê li Deriyê Sînor Xabûrê teslîmî hêzên ewlekariyê bû. Metinê bav û Necla Açana dayik 4ê Sibata 2020an bi kurê xwe ra hatin cem hev.

- Hesreta wan a ewladan bi dawî bû

Bav Nîzamettîn û dayik Aslihan Eşrefogluyê ku nobeda ewladan digirin di 11ê sibata 2020î da piştî hesreta 5 salan gihaştin kurê xwe Huseyînê ku teslîm bû.

Dayik Gevriye Ayhana ku ji Kayapinara navçeya navend a Diyarbekirê hat û beşdarî çalakiyê di 16ê sibata 2020an gihaşt Peldaya ku teslîmê hêzên ewlehiyê bû û dawî li hesreta wan a 5 salî hat.

Volkanê kurê Melîk û Melek Aslana ku ji Qereçobana navçeya Erziromê hatin Diyarbekirê û beşdarî çalakiya rûniştnê bûn di 18ê sibata 2020an da teslîmê hêzên ewlehiyê bû û piştî hesreta 6 salan gihaşt malbata xwe.

Dayik Muhteber Bîrlîka ku bi biryardarî çalakiya rûniştinê didomand di 25ê sibata 2020an da gihaşt kurê xwe yê mabû hesreta wî da. Di hevdîtina Veysiyê ku ji PKKya rêxistina terorê reviya û teslîmê hêzên ewlehiyê bû û dayika wî da hestewarî hebû.

Mehmet Nurê ku bi dayika xwe Cahîde Alkanê ra ji Çinara navçeya Diyarbekirê ji bo birê xwe hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû di 27ê sibatê da 27ê sibata 2020an da gihaşt birê xwe Mehmet Emîn Alkanê ku di 16 saliya wî da revandibûn serê çiyê.

Mizgîniya xêrê dan Şahîze Altinkayaya ji bo keça xwe Halîse Alptekîna (32) ku 6 sal berê derxistin çiyê ji Dargeçîta navçeya Mêrdînê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Altinkaynakê di 27ê sibata 2020an keça xwe Halîseya ku çendî sal bû mabû hesreta wê da hembêz kir û dawî li hesreta wî hat.

Têkoşîn Açara (27) ku di encama xebatên îqnakirinê yên Fermandariyên Cendirmeyan ên Şirnex û Rihayê di 9ê adarê da teslîmê hêzên ewlehiyê bû, piştî hesreta 6 salî bi dayika xwe Naîme Dalmişê ku li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikir ra hat bal hev. Naîme Dalmiş di 9ê adara 2020an da keça xwe hembêz kir û hêstir barandin. 


Haşîm Açarê ku di encama xebatên îqnakirinê di 9ê adarê da teslîmê hêzên ewlehiyê bû ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Rihayê. Açar li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin bi bavê xwe ra hat bal hev.

- Bavê astengdar gihaşt kurê xwe yê ku ji bo wî çalakî dikir

Bav Cemal Ertaşê astengdarê bedenê ku çalakiya rûniştinê dikir piştî hesreta 8 mehî di 9ê tîrmeha 2020an da gihaşt kurê xwe Ramazan Ertaşê (20) ku di encama xebatên îqnakirinê yên cendirmeyan teslîmê hêzên ewlehiyê bû.

- Piştî 11 salan kurê xwe hembêz kir

Hesreta 11 salî ya dayik Sever Fîdana ku ji Yuksekovaya navçeya Hekariyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû di 16ê Tîrmeha 2020an da li Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr a Diyarbekirê xilas bû.

Dayik Sever Fîdan li şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriya Ewlehiyê ya Bajêr kurê xwe Tayfur Fîdanê ku li Mêrdînê teslîmê hêzên ewlehiyê bibû hembêz kir. Di hevdîtina ku hestewarî çêbû da dayik Fîdan gelekî kêfxweş bû ku gihaşt kurê xwe Tayfirê ku hê 17 salî bû hatibû revandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE