''Bi Türkiyeyê nakeve ku bi pey tiştên biçûk bikeve''

Serok Erdogan, "Bi Türkiyeyê nakeve ku bi pey tiştên biçûk bikeve. Qanal İstanbul projeyeke wiha ye."

''Bi Türkiyeyê nakeve ku bi pey tiştên biçûk bikeve''

Serok Recep Tayyîp Erdogan der barê ji bo Libyayê şandina eskeran da wiha axivî: "Meclis çawa vebe karê ewil em ê tezkereya şandina eskeran pêşkêşî Meclisa xwe bikin."

Erdogan li Navneda Giştî ya AK Partiyê di Civîna Serokên Bajaran ya Berfireh ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan diyar kir li Sûriyeyê qada ku ji terorê hatiye paqijkirin derxistine 8 hezar û 200 kîlomêtroqereyî.

Erdogan destnîşan kir ji ber êrîşên rejimê li Îdlibê agirbesteke mayînde çênabe û got ku qederê sed hezar kesên ji ber van êrîşan direvin ber bi sînorên me va tên.

Serok Erdogan der barê mijara ji bo Libyayê şandina eskeran da wiha axivî: "Ciyê ku em bên vexwendin em ê herin, ciyê ku em neyên vexwendin em naçin. Niha ji ber ku vewxendin heye em ê îcabet bikin. Meclis çawa vebe karê ewil em ê tezkereya şandina eskeran pêşkêşî Meclisa xwe bikin."

Erdogan ji bona mutebeqeta bi Libyayê ra hat îmzekirin got ku armanca me ew nîne ku em li Behra Sipî dest bidin ser heq û hiqûqa kesî, em tenê naxwazin dest bidin ser heqên me.

Serok Erdogan destnîşan kir wê bi her awayî piştgiriyê bidin rêvebiriya Trablusê ku li hember serbazê derbekar yê ku hin dewletên Ewropayê û Ereban alîkariya wî dikin li ber xwe dide û wiha dewam kir: "Ewana alikariya baronekî şer dikin, ji bo hikûmeta meşrû ya Lîbyayê em îcabetî dawetê dikin. Ferqa me ev e."

Erdogan balê kişand ser Projeya Qanala İstanbulê û wiha peyivî: "Bi Tirkiyeyê nakeve ku bi pey tiştên biçûk bikeve. Qanal Stenbol projeyeke wiha ye. Ji bo pêvajoya proje û çêkirina Qanala Stenbolê amadehiyên me li ber kutabûnê ne. Înşeallah di demek nêz da ji bo vê wê derkevin îhaleyê jî. Ji bo ku ji dewletê ra nebe bar wê bi modela çêke-bixebitîne-dewr bikeyê çêbibe, heke me nedît jî em ê ji budçeya neteweyî çêkin."

Serok Erdogan diyar kir bi Qanala İstanbulê dixwazin ji İstanbula ku êdî teng bûye ra qadên jiyanê yên nû vekin û nefeseke nû hilde û got ku eleqeya Qanala Stenbolê bi Peymana Montroyê ra tuneye. Ev rêya avê ye û wê tenê ji bona Tirkiyeyê bixebite.

Erdogan der barê daxuyaniyên Ekrem Îmamoglu yên ji bona Qanala İstanbulê da wiha got: "Rayeya biryarê di destê me da û di heman demê da di destê Meclisa Şaredariya Mezin da ye. Rayeya te tuneye."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE