"Bi TURKSAT 5Ayê em heqên xwe yên fezayê heta 30 salan hildidin qerantiyê"

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got hêvî dikim ku peyka me ya ji Amerîkayê pekandin fezayê rêwîtiyeke serkeftî bike û di dîroka hatiye destnîşankirin da dest bi wezîfeya xwe bike.

"Bi TURKSAT 5Ayê em heqên xwe yên fezayê heta 30 salan hildidin qerantiyê"

Serokomarê Türkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, "Bi peyka xwe ya TURKSAT 5Ayê ku ber destê sibehê şandin fezayê em li rêgeha Rojhilatê heqên xwe yên fezayê heta 30 salan hildidin qerantiyê."

Erdogan ji Qesra Vahdettîn bi weşana zindî beşdarî rûniştina taybet ya Hefteya Teknolojiyên Peykê bû.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got hêvî dikim ku peyka me ya ji Amerîkayê pekandin fezayê rêwîtiyeke serkeftî bike û di dîroka hatiye destnîşankirin da dest bi wezîfeya xwe bike.

Erdogan der barê peyka Turksat 5Ayê da diyar kir bi vê peykê va hejmara peykên Türkiyeyê yên ku li fezayê çalak in derdikeve 7an.

Serokomar Erdogan diyar kir bi peyka xwe ya TURKSAT 5Ayê ku ber destê sibehê şandine fezayê li rêgeha Rojhilatê heqên xwe yên fezayê heta 30 salan hildidin qerantiyê û wiha axivî, Erdogan: "Peyka TURKSAT 5Ayê bawer dikim ku peyka me ya qederê 4 meh bi şun da bikeve rêgeha xwe wê ji bona welat û hemû dostên me bibe wesîleya xizmetên bixêr."

Erdogan destnîşan kir sala were wê peyka xwe ya çavdêriyê ya bi navê ÎMECEyê ku bi temamî sêwirandin û çêkirin ya wan e bişînin fezayê û wiha peyivî, "Di sala 2022yan da armanca me ew e ku em peyka Turksat 6Ayê ku peyka ewil ya ragihandinê ya bi destê welatê me hatiye çêkirin li fezayê bi cî bikin."

Serokomar Erdogan diyar kir wê di demeke nêzîk da Bernameya Fezayê ya Neteweyî ya 2021-2030î eşkere bikin û hemû armancên xwe bi dinyayê ra parve bikin û got ku teknolojiyeke ku zilm û bêedaletiyê zêde dike dixwazî bira li dinyayê û dixwazî bira li fezayê be neyarê mirovan e.

Erdogan got ku wek perçeyekî mezin ya hedefa me ya Türkiyeya hêzdar û mezin em ê hewldanên ji bona nîşandana hêz, qabiliyet û hebûna xwe ya li fezayê bidomînin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir biryadar in ku welatê xwe di warên feza û teknolojiyên peykê da bikin marqe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE