"Bi vê artêşê em ê 7 duwelî bidin ber xwe û heta cehennemê biqewirînin"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan : "Bi vê artêşê ne tenê rêxistinên terorê bi îzna Xwedê em ê wekî bav û kalên xwe 7 duwelî bidin ber xwe û heta cehennemê biqewirînin."

"Bi vê artêşê em ê 7 duwelî bidin ber xwe û heta cehennemê biqewirînin"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan : "Bi vê artêşê ne tenê rêxistinên terorê bi îzna Xwedê em ê wekî bav û kalên xwe 7 duwelî bidin ber xwe û heta cehennemê biqewirînin."

Serok Erdogan: "Di nav Hêzên Artêşa Tirkiyeyê astsubayî wezîfeyeke muhim e. Birayê me Omer Halîsdemirê bû sembola qiyama 15ê Tîrmehê jî astsubay bû."

 "Şerê dijî terorê ji bona her kesî heq e, lê dema mesele tê ser Tirkiyeyê rewş diguhere."

"Piştî ku em bi armanc û îradeya xwe li hember kesên dixwazin gorî senaryoyên xwe tevî herêmê welatê me jî dizayn bikin derketin, em ketin nav şerekî dijwar. Wek dewlet û gel em ji terciha xwe poşman nînin."

"Kesên destê xwe bidin ser wijdana xwe wê vê rastiyê qebûl bikin, Tirkiye li nav welêt û dervayî welêt êrîşên terorê, riyakariya li qada navneteweyî û qeyrana aboriyê ku dixwazin derxin, heq nake."

"Pêwîstiya Tirkiyeyê bi S-400an heye û peyman hatiye çêkirin. Înşellah em ê di demeke kurt da bistînin."

"Mînaka dozên li Amerîkayê dijî welatê me hatine vekirin û biryarên cezayê yên hatine dayîn li dewleteke din tunene."

 "Em baş dizanin kesên dixwazin me mehkûmî têkiliyeke yekalî bikin li çar aliyê dinyayê karên eşkere û veşartî yên çawa dikin. Heta îro di têkiliyên yekalî û dualî da em li ser soza xwe sekinîn. Me ji tu kesî ra riyakarî nekiriye. Lê li dijî me her tişt hat kirin."

"Mutefîqiya Tirkiyeyê ya bi Ewropa û Amerîkayê ra, çiqasî hewcedarî têkiliyên şirîkatiyê heye, ewqasî hewcedarî hevkariya welatên din e."

 "Bêîstiqrariya di kurên dowîzê da çêdibe operasyoneke dijî welatê me ye. Tiştên bi rêxistinên terorê nikaribûn bikin îro dixwazin bi çeka aboriyê, bi rêya çeteyên xayîn yên ku di nav me da dijîn li ser kurên dowîzê bikin."

" Dozeke li Îzmirê ku bi tevahî li gor rê û rêzikên hiqûqê birêva diçe wek hincet nîşandan û bi hewlên aborî û eskerî xwestin Tirkiyeyê têk bibin, mimkun e ev bê îzahkirin."

 

 

AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE