''Bi vebûna avahiyên erdhejê va em dostaniya Tirkiye û Albanyayê pêşdatir dixin''

''Bi vebûna avahiyên erdhejê va em dostaniya Tirkiye û Albanyayê pêşdatir dixin''

Serok Recep Tayyîp Erdogan diyar kir, wan îro li Albanyayê bi tevahî 522 malên ku bihayê wan nêzî 42 milyon ewroyî girt, teslîm kirin û wiha dewam kir, "Piştî erdhejê welatê ku herî pêşîn seba alîkariyê hewara herêmê hat Tirkiye bû û ev jî îsbata herî baş a tevkariya xurt a navbera me ye."

Serokatiya Îdareya Avahiyên Komî (TOKÎ) li Laça bajarê Albanyayê avahiyên erdhejê çêkirin û Serokomar Erdogan di merasima teslîmkirinê ya avahiyan da axivî.

Erdogan daxuyand ku 13 meh berê xîmê avahiyan hat avêtin û ew jî bi girêdana zindî va beşdarî merasimê bû û wiha dewam kir: "Em îro jî bi tevahî 522 malên ku bihayê wan nêzî 42 milyon ewroyî girt, teslîm dikin. Bi vebûna avahiyên erdhejê va em dostaniya Tirkiye û Albanyayê pêşdatir dixin. Piştî erdhejê welatê ku herî pêşîn seba alîkariyê hewara herêmê hat Tirkiye bû û ev jî îsbata herî baş a tevkariya xurt a navbera me ye."

Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Demsalan Murat Kurum, Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Mehmet Muharrem Kasapoglu, Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar û Wezîrê Çand û Turîzmê Mehmet Nurî Ersoy, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettin Altun, Serokê Pîşesaziya Parastinê ya Serokkomariyê Îsmaîl Demîr û Berdevkê Serokkomariyê Îbrahîm Kalin jî beşdarî merasimê bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE