"Bi îzna Xwedê û bi qeweta dewleta me em ê bigihîjin ewladên xwe"

Necibe Çiftçiya dayik: "Bi îzna Xwedê û bi qeweta dewleta me em ê bigihîjin ewladên xwe"

"Bi îzna Xwedê û bi qeweta dewleta me em ê bigihîjin ewladên xwe"

Nobeda ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 308emîn.

Necibe Çiftçiya ku ji Şemdînliya Hekariyê ji bo kurê xwe Roşat Çiftçi ku 5 sal berê hat revandin, di çalakiya rûniştinê da berdewam e, diyar kir ku ewladekî revandin çiyê, kurekê wê yê din ku li birayê xwe yê revandî digeriya jî 3 sal berê bi destê rêxistina terorê PKKyê hat kuştin.

- "Em seba zarokên xwe li vê derê rûdinên"

Çiftçiyê wiha xeberda, "Ez ji bo du ewladên xwe hatime. Ez di hundirê vî konê da têkoşîna ewladan didim. Kurekî min revandin çiyê, kurekî min jî şehîd kirin. Ez bangî HDPyiyan dikim, bira werin û daxuyaniyekê bidin me. Bira zarokên me bidin me. Em seba zarokên xwe li vê derê rûdinên. Bi îzna Xwedê û bi qeweta dewleta me em ê bigihîjin ewladên xwe."

- "Bira ev hesret bi dawî bibe"

Ayten Elhaman ku ji dayikên beşdarên çalakiyê ye, diyar kir ku ew ji bo kurê xwe Bayram ku 3 sal e xeber jê nayê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû.

Elhamanê wiha xeberda:

"Kurê min heger dengê min tê te, were. Bira bi HDPyê nexapin. Ez timî digirîm. Kurê min heger deng min tê te were. Were xwe bispêre dewleta me, eskerê me. Ji dewleta me zirar nayê. Kurê min tu nûxuriyê min î. Were em vê cejnê bal hev bin, bira ev hesret bi dawî bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE