''Bi îzna Xwedê û hêza dewleta me înşeallah dê hemû dayik bigihêjin zarokên xwe''

Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

''Bi îzna Xwedê û hêza dewleta me înşeallah dê hemû dayik bigihêjin zarokên xwe''

 Nobeta ku dayikên Diyarbekirê li ber Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê dan destpêkirin da ku zarokên wan ên revandî li wan werin vegerandin, dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê îlonê da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 296emîn.

Dayik Necîbe Çîftçiya ku ji bo kurê xwe Roşatê 6 sal berê li Şemzînana navçeya Hekariyê revandin serê çiyê hat û beşdarî çalakiya rûniştinê bû diyar kir ku ewladekî wê revandin serê çiyê kurekî wê jî bi destê PKKya rêxistina terorê hat kuştin.

Çîftçiyê got ku "HDP û PKK bûn yek û kurê min revandin çiyê" û got ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê da demekê navber dabû çalakiya xwe lê dîsa dest bi çalakiyê kir.

Çîftçiyê got ku "Heta ku zarokên me neynin virî teslîmê me nekin em dê ji vir neçin. Em havîn û zivistan, nexweşiyê nas nakin. Heta ku ew kurê min neynin ez dê ji vir neçim. Bi îzna Xwedê û hêza dewleta me înşeallah dê hemû dayik bigihêjin zarokên xwe."

Bav Omer Tokay jî got ku ev 296 roj e têkoşîna ewladan didin.

Tokay bangî parlementer û saziyên civakî yên sivîl kir û got ku "Werin em hemû bi hev ra zarokên xwe ji destê van zaliman xilas bikin. Ey Parlementoya Ewropayê hûn li ku ne? Şûna ku piştgiriyê bidin PKK û YPGyê werin piştgiriyê bidin me. Dayik bi qasî 10 mehan e ku li vir in. Hûn çima nayên û nabin alîkar? Kurê min were teslîmê eskeran bibe. Eyda qurbanê nêz bû, were em bi hev ra bikevin eydê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE