"Bi îzna Xwedê wê Bankeya Îş bibe malê Xezîneyê"

Serok Erdogan: "Bi îzna Xwedê wê Bankeya Îş bibe malê Xezîneyê. Parlamento bi îzna Xwedê wê vê biryara dîrokî jî bide."

"Bi îzna Xwedê wê Bankeya Îş bibe malê Xezîneyê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Terorîstên li Minbicê heke di nav çend hefteyan da ji wê derê neyên derxistin, dema sekna me kuta dibe."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan di xeberdana xwe da got ku "Niha kî bi wanên ligel rêxistina terorê ya li Qendîlê ra hevkariyê dikin hereket dike?" û wiha dewam kir: "CHP, Partiya ÎYÎ û Saadet bi wan ra hereket dike. Hela li vî halî binihêrin. Ev elametên qiyametê ne hûn dizanin? Em ji ku derê hatin ku derê."

Erdogan der barê nîqaşên li ser IMFyê da diyar kir Tirkiyeyê di gulana 2013an da meseleya IMFyê girt û bi îzna Xwedê careke din jî ev mesele wê neyê rojevê.

Serok Erdogan der barê rewşa Bankeya Îşê da destnîşan kir bi îzna Xwedê wê Bankeya Îş bibe malê Xezîneyê û got ku Parlamento bi îzna Xwedê wê vê biryara dîrokî jî bide.

Erdogan der barê bihayên li markêtan da wiha axivî: "Îsot, çarlîston, bacanên reş yan jî firingî, di her tiştî da me biryar daye ku hewce bike em midaxeleyî bihayên wan bikin û em ê çi hewce bike, bikin. Em ê bi destê şaredariyan çi hewce dike, bikin."

Serok Erdogan diyar kir Tirkiye siyanetê nîşanî yekîtiya axa Sûriyeyê û yekîtiya siyasî dide ku xelkê Sûriyeyê qedera xwe bi xwe tayîn bike û wiha peyivî: "Loma jî em bi dilsozî piştgiriyê didin çêkirina destûreke bingehîn ya nû û bi awayekî azad çêkirina hilbijartinê."

Serok Erdogan der barê geşedanên li Sûriyeyê da wiha got: "Digel lîsteya mueyîdeyan ji ber tu gefan em ji vê rêya xwe venagerin."

Erdogan destnîşan kir terorîstên li Minbicê heke di nav çend hefteyan da ji wê derê neyên derxistin, dema sekna wan kuta dibe û wiha got: "Li rojhilata Feratê heke bi piştgiriya Tirkiyeyê va gelê herêmê rêvebiriya xwe di nav çend mehan da ava neke, dîsa dema sekna me kuta dibe."

Erdogan der barê rewşa li Venezuelayê da wiha axivî: "Venezuela eyaleteke we ye? Hûn çawa ji yekî ku bi hiljartinê hatiye desthilatdariyê ra dikarin bibêjin 'biterikîne û here.' Hûn çawa serokatiya dewletê teslimî yekî ku hê neketiye hilbijartinê dikin? Ka demokrasî? Qaşo hûn demokrat bûn? Hişmendiyeke wiha dibe? Meriv dikare vê qebûl bike?"

Wek mayîn Tamer Akkalê Parlamenterê Manîsayê yê ji Partiya ÎYÎyê îstifa kir derbasî AK Partiyê bû û Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan rozêta partiyê bi Akkal va kir.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 14:54
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE