"Bibîranîna Ataturk ew e ku têkoşîna wî baş bên tesbîtkirin û fehmkirin"

"Bibîranîna Ataturk ew e ku têkoşîna wî baş bên tesbîtkirin û fehmkirin"

Serok Recep Tayyîp Erdogan, "Bibîranîna Ataturk helbet girîng e, lê esas divê reça têkoşîna Ataturk bê şopandin, sedemên di bingeha vê têkoşînê da baş bên tesbîtkirin û fehmkirin."

Erdogan li Salona Konserê ya CSOyê ya Dîrokî beşdarî Merasima Bibîranînê ya 83yemîn ya Salewexta Mirina Xazî Mustafa Kemal Ataturk bû.

Serok Erdogan di axaftina xwe da got li ser binesaziya zexim ya ku me di her warî da ava kiriye, em hewl didin bi hêza xwe ya aborî û siyasî Tirkiyeyeke ku li dinyayê gotina wê derbas dibe ava bikin.

Erdogan destnîşan kir bibîranîna Ataturk helbet girîng e, lê esas divê reça têkoşîna Ataturk bê şopandin, sedemên di bingeha vê têkoşînê da baş bên tesbîtkirin û fehmkirin û wiha axivî, "Heger li vî welatî kesên ku li mîrateya Xazî ya ji hêla siyasî, aborî, diplomatîk û eskerî va herêma me û dinyayê hembez dike hebin ew jî em in."

Serok Erdogan got ku dewleta me ya nû ya ku li ser îradeya neteweyî hatiye avakirin digel zor û zehmetiyan nehatiye jibîrkirin ku berdewama sîlsileya me ya dewletê ya 2 hezar salî ye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE