"Bila baweriya we ya ji bo hikûmet û dewleta we dewam bike"

"Bila baweriya we ya ji bo hikûmet û dewleta we dewam bike"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Me Pireya Termînalê ya ku dirêjahiya wê 110 mêtro ye di nav 80 rojan da temam kir û ji bo ku îro bê vekirin me ew amade kir. Înşallah em ê du pireyên ku di lehiyê da xirab bûbûn jî di nav mehên çileya pêşîn û adarê da ji nû va çêbikin."

Erdogan peyameke vîdeoyê ji bo merasima vekirinê ya Pireya Termînalê ya Ayancikê şand û got bila ew ji bo welêt li ser xêrê be.

Der barê kesên di lehiya meha tebaxê mirine da jî Erdogan got rehma Xwedê li wan be û got îsal li çar aliyê dinyayê gelek kes di felaketên siruştî da mirine.

- "Em zûtir gihîştin hewara însanên xwe"

Serok Erdogan anî ziman ew li dijî şewba koronayê û felaketên wek erdhej û şewatê têdikoşin û wiha axivî: "Li gor Amerîka û Ewropayê yên ku wek me li wir jî felaket çêbûn em zûtir û xurttir gihîştin hewara însanên xwe. Me bi hemû derfetên xwe va alîkariya birayên xwe kir, birînên wan pêça, ji bo ku zirara wan bê dayîn û rewş dîsa wek berê normal bibe me hewl da."

Erdogan behsa Pireya Termînalê ya ku xpiştî lehiyê hat çêkirin kir û wiha axivî: "Me Pireya Termînalê ya ku dirêjahiya wê 110 mêtro ye di nav 80 rojan da temam kir û ji bo ku îro bê vekirin me ew amade kir. Înşallah em ê du pireyên ku di lehiyê da xirab bûbûn jî di nav mehên çileya pêşîn û adarê da ji nû va çêbikin."

- "Bila baweriya we ya ji bo hikûmet û dewleta we dewam bike"

Serok Erdogan der barê kesên behsa felaketan û bûyerên neyînî yên li welêt çêdibin dikin da jî wiha got: "Hinekê din ji felaketa welêt hesabê berjewendiyan dikin, lê Sînop jî di nav da em ê ji bo 81 wilayetên xwe xebatan bidomînin. Daxwaza min ji we ew e ku guh nedin kesên telaliya felaketan dikin, bila baweriya we ya bi hikûmet û dewleta we dewam bike."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE