"Bilindbûna Turkiyeyê gihiştiye astekê ku êdî ti kes nikare xwe li hember bigire"

Serok Erdogan got, "Bilindbûna Turkiyeyê gihiştiye astekê ku êdî ti kes nikare xwe li hember bigire, asteng bike û bi paş de vegerîne."

"Bilindbûna Turkiyeyê gihiştiye astekê ku êdî ti kes nikare xwe li hember bigire"

Serok Recep Tayyîp Erdogan piştî civîna Kabîneya Serokkomariyê daxuyanî dan.

Serok Erdogan derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) got, "Hejmara pêketin û mirinan dubare ber bi daketinê ve diçin, ev kêfxweşiyê dide. Bi hinekî din xeyretî pêdivê em van hejmara nêzîkî sifirê bikin."

Serok Erdogan got, "Turkiye di wê astê de ye ku beramberiya serkeftina xwe ya kurewî, asta xwe ya siyasî û aborî hê bilindtir bike. Bilindbûna Turkiyeyê gihiştiye astekê ku êdî ti kes nikare xwe li hember bigire, asteng bike û bi paş de vegerîne. Ez bangawaziyê li hemî aliyan dikim ku bêyî cudakirin, di asta heqi hiqûq, edalet û meşrûiyetê de bersivê bidin destê Turkiyeyê yê aşitî û hevkariyê."

"Emê taybetmendiya wê ya mîrata çandî weke ku ecdadê me kir, emê biaprêzin"

Serok Erdogan derbarê vebûna Ayasofyayê ji bo îbadetê wiha axivî:

"Em Ayasofyayê dubare bi weqfiyeya wê re diguncînin û emê taybetmendiya wê ya mîrata çandî jî weke ku ecdadê me kir, emê biaprêzin. Di navbera hejmara perestgehên li Ewropayê yê li gorî serê nifûsa Misulmanan û hejmara perestgehên li welatê me yên li gorî serê nifûsa nemuslanan de, 4-5 qat ferq heye. Li ba me têkra ji bo serê 460 nemuslimanî perestgehek dikeve, lê Ewropayê têkra ji bo 2 hezar misulmanî perestgehek dikeve. Herçiqas bi biryareke şaş bû, me Ayosofya kiribû muze, lê dubare ewê dîsan wê dikin mizgeft em in."

Serok Erdogan wiha pê de çû:

"Em bexteweriya wê yekê dijîn ku li hember bi sedan milyon ecdadên me yên di binê erdê de û 83 milyona li ser erdê, tişta dikeve ser milê me, em dikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE