"Bingeha aboriya Tirkiyeyê saxlem e''

Serok Erdogan, "Bingeha aboriya Tirkiyeyê saxlem e. Di serî da vê bibêjim tu kes nikare aborî û sîstema banqevaniya Tirk têk bibe, li hember şokan qewîn e."

"Bingeha aboriya Tirkiyeyê saxlem e''

Serok Erdogan: "Bi Bernameya Aboriyê ya ku me meha îlonê ragihand va em ê êdî ji vir şûnda bêtir berê xwe bidin berhemên ku nirxê wê yê bacê zêde ye."

 "Rêkeftina ku me meha çûyî li Zîrweya Soçiyê ligel birêz Putîn îmze kir, ewlekariya 3,5 milyon Sûriyeyiyên ku li Îdlibê dijîn hildaye bin garantiyê."

"Em bi Macaristanê re pilan dikin ku bi taybetî di qada pîşesaziya parastinê de hin gavan biavêjin. Di hevdîtinan de em li ser van mijaran sekinîn."

 "Civaka navneteweyî di çareserkirina meseleya penaberan de berpirsyariyên xwe bi cih neanîn."

 "Gavên ku Tirkiye li Iraq û Sûriyeyê seba ewlekariya xwe û seba edilandina aramiya Sûriyeyiyan diavêje, hin derdor aciz kirine. Bi operasyonên Mertalê Feratê û Çiqlê Zeytûnê va Tirkiyeyê derbeyeke pir giran li gefa cudaxwaziya li ser siberoja Sûriyeyê daye."

 "Em bi kêfxweşî dibînin ku bi tedbîrên hatin hildan aboriya me wan îşaretan dide ku xwe topî ser hev dike."

 "Bingeha aboriya Tirkiyeyê saxlem e. Di serî da vê bibêjim tu kes nikare aborî û sîstema banqevaniya Tirk têk bibe, li hember şokan qewîn e."

 "Di maweyeke ku vegotinên wekî cenga bazirganiyê, dixwazin bazirganiya me dîl bigirin da hevkariya aboriyê ya me û Macaristanê pir girîng e. Destpênekirina xebatên nûkirina Yekîtiya Gumrikê ligel YEyê û li ser karsaz û gelê Tirk sepandina vîzeyê, ji wan astengên herî mezin in ku xwe dane pêşiya geşedana potansiyela me."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Cotmeh 2018, 15:49
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE