''Bira dev ji zarên me berdin''

Dayik Fatma Akkuş: Bira dev ji zarên me berdin

''Bira dev ji zarên me berdin''

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên revandine çiyê li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê dabûn destpêkirin dewam dike.

Çalakiya rûniştinê ya ku dayikên Diyarbekirê yên HDPyê wekî berpirsyarê revandina zarokên xwe dibînin di 3yê îlona 2019an da dabûn destpêkirin di roja 632yan da dewam dike.

Fatma Akkuşa ji bo Songula qîza xwe ya 7 sal berê di 15 saliya xwe da revandin çiyê beşdarî çalakiyê bû got ku hetanî bigihîje qîza xwe ew ê çalakiyê bidomîne.

Akkuşê got, "HDPyiya qîza min xapand û teslîmî PKKyê kirin" û axaftina xwe wiha domand:

"HDP xwe kerr dike me nabîne. Bira nebêjin ku em ê ji vê derê herin. Em hetanî zarên xwe hilnedin ji vir naçin. Bira dev ji zarên me berdin."

Akkuşê got daxwaza wê bi tenê ew e ku bigihîje ewlada xwe û bangî qîza xwe kir ku bira teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

Celîl Begdaşê ji bo Yusufê kurê yê revandin çiyê çalakiyê dike jî bangî malbatan kir ku bira piştgiriyê bidin wan.

Begdaş wiha axivî: "Em ji malbatan piştgiriyê dixwazin. Em zarên xwe ji HDPyê xilas bikin."

Begdaş bangî kurê kir û got, "Ev rê rêyeke rast nîne kurê min. Bireve were teslîmî hêzên ewlekariyê bibe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE