"Bira hemû dayik piştgiriyê bidin me ku em zarokan ji çiyê berjêr bikin"

"Bira hemû dayik piştgiriyê bidin me ku em zarokan ji çiyê berjêr bikin"

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 645emîn.

Fatma Akkuş ku ji bo keça xwe Songulê çalakiya rûniştinê dike, diyar kir ku keça wê 7 sal berê gava 15 salî bû hat revandin û wiha got:

"Heger ne bi rêya HDPyê bûya, ev zarok dê neçûna. Bira hemû dayik piştgiriyê bidin me ku em zarokan ji çiyê berjêr bikin. Bira ev dê û bav êdî negirîn. Ez zilma li me kirin êdî bes e. Bira êdî destê xwe ji van zarokan bikişînin. Keça min êdî were, deriyê min li te vekirî ye. Ez heta keça xwe hilnedim, ez ê ji vir neçim."

Nurettin Odumlu ku ji bo kurê xwe Yusuf di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku kurê wî 7 sal berê gava 16 salî bû li Sêrtê hat revandin.

Odumlu bal kişand ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe û wiha dewam kir, "HDPyiyan kurê min xapand û revand çiyê. HDP nebûya zarokên tu kesî dê neçûna çiyê. Ez ji HDPyê kurê xwe dixwazim. Heta hilnedim jî ez ê ji vir neçim."

Odumlu her wisa bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE