"Bira keça min berdin û bira were"

Hanim Dalçîçeka dayik: "HDPyiyan keça min revand, ji ber vê ez hatim vê derê. Bira keça min berdin û bira were"

"Bira keça min berdin û bira were"

Nobeta dayikên Diyarbekirê ya bi hêviya bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dewam dike û dayikeke din jî beşdarî çalakiyê bû.

Dayikên Diyarbekirê ji revandin û derxistina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirs dibînin û ji bo vê jî ji 3ê îlona 2019an pê va çalakiya rûniştinê dikin û çalakiya wan ket roja 301emîn.

Hanim Dalçîçek ji Kocakoya navçeya Diyarbekirê seba Semaya keça xwe ya ku 5 sal berê di 15 saliya wê da revandin serê çiyê, beşdarî çalakiya rûniştinê bû. Dalçîçekê diyar kir, keça wê ya ku diçû pola yekemîn a lîseyê, di Eyda Qurbanê da ji bo ku bigere ji malê derket û wan êdî careke din xeberek jê hilneda.

Dalçîçekê got ku ew li herê keça xwe geriya û dema ew çûn teşkîlata navçeyê ya HDPyê ku pirsa keça xwe bike, jê gotin ,"Em nadin, herin mala xwe." û wê piştî ku çalakiya rûniştinê di têlevîzyonan da dît, biryar da ku beşdar bibê.

Dalçîçekê got, "HDPyiyan keça min revand, ji ber vê ez hatim vê derê. Bira keça min berdin û bira were. Dalçîçekê daxuyand, ji bo ku rêxistina terorê zarokên wê yên din nerevînin, wan barî Stenbolê kir.

Dalçîçekê wiha bangî keça xwe kir, "Were teslîm bibe. Me bîra te kir. Ez ji bo te li vê derê me. Heke tu neyê ez ji vê derê naçim."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE