Biryara Arakanê ya NY’ê

Tirkiyeyê pêşnûma anî NY’yê jî erê kir...

Biryara Arakanê ya NY’ê

Ji Neteweyên Yekbûyî gelek welat piştgiriyeke xurt dan pêşnûmaya myanmarê ya ku tirkiyeyê amade kiriye. pêşnûma çewisandina mafên mirovan a myanmarê şermezar dike. herwiha di komîteya mafên mirovan a neteweyên yekbûyî de jî bi dengekî mezin hat qebûlkirin. piştî biryarê nûnerê daîmî yê neteweyên yekbûyî feridun sinirlioğlu bangî hikûmeta mynmarê kir ku gavên erênî biavêje.

Tirkiye li hemberî zilma li ser misilmanên Arakanî bêdeng nema û mijar anî rojeva Neteweyên Yekbûyî.

Pêşnûmaya ku zilma li ser Arakaniyên li Myanmar şermezar dike û banga hesabdayînê dike ji Neteweyên Yekbûyî piştgiriyeke mezin girt.

Pêşnûmaya ku ji aliyê komîteya 3yem dihat nirxandin beramberî 10 dengên neyînî bi 142 dengan ve hat qebûlkirin.

Nûnerê Tirkiyeyê yê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî Feridun Sinirlioğlu jî di komîteyê de axivî.

Sinirlioğlu bangî hikûmeta Myanmarê kir ku edaletê pêk bîne.

Nûnerê Tirkiyeyê Yê Daîmî Yê Neteweyên Yekbûyî Feridun Sinirlioğlu:“ji bo ku dawî li vê pirsgirêka dirêj were divê hikûmeta myanmarê rê li ber jiyaneke aştiyane veke û ji bo ku penaber bikaribin vegerin, li parêzgeha arakanê şert û mercên hewce pêk bîne. Ji bo ku dawî li dubarebûna wan pirsgirêkan were, hewce ye tundrew teslîmî dadgehê jî werin kirin û ew yek gelek muhîm e.”

Di biryarê de Rêxistina Hevkariya Îslamî ya Tirkiyeyê pêşengiyê kir û ji biryarê tê payîn penaberên Rohingyayê vegerin axa xwe û piştgiriyên madî li wan were kirin.

Yekîtiya Ewropayê jî piştgiriyê dide vê biryarê.

Dîroka nûkirinê: 17 Mijdar 2018, 18:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE