"Biryara CAATSAyê ya Amerîkayê dijî mafên me yên desthilatdariyê êrîşeke eşkere ye"

Serok Erdogan: Em ê alîkariyên xwe yên ji bona her derdorê heta pirsgirêkên ji ber şewbê derketine ji holê rabin bidomînin."

"Biryara CAATSAyê ya Amerîkayê dijî mafên me yên desthilatdariyê êrîşeke eşkere ye"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê da wiha got: "Biryara CAATSAyê dijî mafên desthilatdariyê yên welatê me êrîşeke eşkere ye."

Erdogan ji Kuliyeya Serokkomariyê bi weşana zindî beşdarî Merasima Vekirinê ya Beşa 2yemîn ya Rêbeja Nîgde-Enqereyê bû û got ku Rêbeja Enqere-Nîgdeyê wê di warê zeman û sotemeniyê da feydeyê bide welatê me ku ev salane ji 1,6 milyar lireyî zêdetir e.

Serok Erdogan destnîşan kir wê teşwîq û alîkariyên taybet yên ji bona veberhênan, hilberîn û îstixdamê qet piştguh nekin û wiha got: "Em ê alîkariyên xwe yên ji bona her derdorê heta pirsgirêkên ji ber şewbê derketine ji holê rabin bidomînin."

Erdogan diyar kir di 7 salên dawîn da çawa êrîşên hatine kirine badilhewa derxistine wê van hewldanên dawîn jî berteref bikin û wiha axivî: "Kesên nekarîn li gorî kêfa xwe Tirkiyeyê biemilînin em ji nêz va teqîb dikin ku hewl didin mixalefet û saziyên di nav welêt da wek maşik biemilînin."

Serok Erdogan der barê biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê yên ji ber pergala S-400î da destnîşan kir armanca esasî ew e ku rê li ber pêngavên welatê wan yên di warê pîşesaziya parastinê da bigirin û wan mehkûmî xwe bikin û wiha got: "Di mijara CAATSAyê da ji xeynî Tirkiyeyê li dijî tu dewletan mueyîde nehatine sepandin. Cara ewil dijî welatê me yê ku endamê NATOyê ye tê sepandin."

Erdogan diyar kir Amerîkaya ku ji bona kirîna van pergalan şertên wan bi cî neanî ji ber ku wan hewcedariyên xwe ji dereke din peyda kirin dest avêtiye çeka mueyîdeyan û got ku birayara mueyîdeyan ya Amerîkayê dijî mafên desthilatdariyê yên welatê me êrîşeke eşkere ye.

Serok Erdogan got ku ji ber biryara mueyîdeyan ya Amerîkayê em ê hê zêdetir xwedî li Îsmaîl Demirê Serokê Pîşesaziya Parastinê û ekîba wî derkevin û wiha pê da çû: "Piştî vê biryara mueyîdeyan em ê di rêya xwe ya avakirina pîşesaziya parastinê da ku di hemû waran da bibin pêşengehî kurewî gavên xwe leztir biavêjin."

Erdogan destnîşan kir ku ji bona pîşesaziya xwe ya parastinê di her warî da serbixwe bikin wê li gorî berê du qat bixebitin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE