Di doza der barê Leyla Aydemira 4 salî da ku li Agiriyê hatibû kuştin Yusuf Aydemirê apê wê cezayê hepsa hetahetayî ya girankirî xwar.
Di doza der barê mirina Leyla Aydemira 4 salî da ku li Agiriyê wenda bûbû û 18 roj bi şun da cinazeyê wê hatibû dîtin, ji 7 şikbaran Yusuf Aydemirê apê wê ji ber sûcê "kuştina bi qestî" cezayê hetahetayî ya girankirî û ji ber sûcê "mehrûmkirina kesekî/ê ya ji hurriyeta wî/wê" 4 sal cezayê hepsê xwar. 6 şikbarên serbest dihatin darizandin jî ji ber têrnekirina delîlan beraet kirin.