Biryara Ji bo parastina qîmeta Lîreyê Tirk

 Serok biryar da ku di peymanên kirîn, firotin û kirêkirina menqûl û nemenqûl ên ku bedelên wan bi dowîz hatine kifşkirin da wê di nav 30 rojî da veguherin lireyê Tirk û ev biryar di Rojnameya Fermî da hat weşandin û ket rewacê.

"Biryara Der Heqê Guhertina Biryara bi Hejmara 32 da û Ji Bo Parastina Qîmeta Perê Tirk" bi îmzeya Serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan va di Rojnameya Fermî da hat weşandin.

Li gor biryara navborî, kesên ku li Tirkiyeyê dimînin ji bilî rewşên ku Wezaret kifş dike, kirîn firotina menqûl û nemenqûl, kirêkirina wesayît û fînansalê ya navbera kesan jî tê da di her cure peymanên kirêkirina menqûl û nemenqûl, karê leasingê, xizmet û berheman da bedela peymanê wê bi dowîzê neyên kirin.

Ji dîroka ku biryar ket rewacê pê va di nav 30 rojî da peymanên ku berê li ser dowîzê hatine mohrkirin, ji bilî rewşên ku Wezaretê biryara wan dane, wê veguherin pereyên Tirk.

Di biryarê da hat gotin ku vê biryarê Wezîrê Xezîne û Darayiyê wê bimeşîne.

Dîroka nûkirinê: 13 îlon 2018, 11:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE