Biryara krîtîk a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Dadgehê hiqareta li dijî Hezretî Mûhemmed wek azadiya îfadeyê qebûl nekir

Biryara krîtîk a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê

Dadgeha mafên mirovan a ewropayê derbarê azadiya îfadeyê de biryarek krîtîk da. Dadgeha li Strazbûrgê bi yekîtiya dengan biryar da ku hiqareta li dijî Hezretî Mûhemmed wek azadiya îfadeyê neyê qebûlkirin.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê derbarê azadiya îfadeyan de biryarek girîng da.

Dadgehê hiqareta li dijî Hezretî Mûhemmed wek azadiya îfadeyê qebûl nekir.

Dadgeha li Strazbûrgê di doza jinika Awûstûralyayî de biryar da.

Dadgehê biryar da ku hiqaret ji sînorê nîqaşên objektîf derbas bûye.

Biryar bi yekîtiya dengan hat dayîn.

Dadgehê daxuyanî da û got ku êrîşên li dijî bîr û baweriyan yên bi vî awayî, pêşdarazan zêde dikin û li dijî azadiyên dînî wek gef in.

Navê jinika Awûstûralyayî nehat eşkerekirin. Jinikê di 2009an de di semînerekê de hiqaret li Hezretî Mûhemmed kiribû.

Di 2011an de Dadgeha Cezayê ya Viyanayê cezayê pere dabû.

Jinikê serî li temyîzê dabû û li ser ku dadgehê serîlêdana temyîzê qebûl nekiribû, jinikê serî li dadgeha mafên mirovan a Ewropayê dabû.

Dadgeha Ewropayê biryar da ku jinik neheq e.

Dîroka nûkirinê: 25 Cotmeh 2018, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE