"Biryara Parlamentoya Îtalyayê di hikmê tunebûnê da ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Parlamentoya Îtalyayê ji hikûmetê xwest ku bûyerên 1915an wekî "qaşo komkujiya Êrmeniyan" binav bike ev biryar "di hikmê tunebûnê da ye"

"Biryara Parlamentoya Îtalyayê di hikmê tunebûnê da ye"

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu diyar kir ku Parlamentoya Îtalyayê ji hikûmetê xwest ku bûyerên 1915an wekî "qaşo komkujiya Êrmeniyan" binav bike ev biryar "di hikmê tunebûnê da ye".

Çavuşoglu li ser Twitterê peyam weşand û got, "Biryara Meclisa Nûneran a Îtalyayê jî wekî hemû hewlên siyasîkirina dîrokê di hikmê tunebûnê da ye. Partiya Lega ya dijminê biyaniyan ji bo di hilbijartina Parlamentoya Ewropyê (PE) da rayên xwe zêde bike vê lîstikê dilîze, tu carî nayê qebûlkirin ku Meclisa Îtalyayê jê ra bibe alet."

Pêşnumaya ji hikûmeta koalisyonê ya Îtalyayê dixwaze ku bira "qaşo komkujiya Êrmeniyan bi fermî nas bike û vê di civaka navneteweyî da biparêze" ligel 43 rayên bêalî bi 382 rayan hatibû qebûlkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Nîsan 2019, 11:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE