"Biryara Trump bi cidiyeta dewletê re li hev nayê"

Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy: "Ne mimkûn e ku biryara Trump a sepana bacên îlave ya ser îxracata me ya pola û alumînyûmê bi cidiyeta dewletê re li hev bê."

"Biryara Trump bi cidiyeta dewletê re li hev nayê"

Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy nirxandina "Ne mimkûn e ku biryara Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya sepana bacên îlave ya ser îxracata me ya pola û alumînyûmê bi cidiyeta dewletê re li hev bê."

Aksoy der bare sepana bacên îlave ta ser îxracata pola û aluminyûmê ya Tirkiyeyê ya ku Amerîkayê anî bi awayekî nivîskî bersiva der barê peyama xwe ya ji ser Twîttera malpera parvekirina civakî de da.

Aksoy got "Trump prensîbên Rêxistina Bazirganiyê ya Cîhanê (RBC) binpê kirin û bacên îlave li ser îxracata me ya pola û alumînyûmê anî û ev yek ne li gor cidiyeta dewletan e."

"Amerîka divê bizanibe ku bi mueyîde û tehdeyên bi vî awayî nikare ji bo hevkariyê tu encaman bi dest bixe, tenê dê zirarê bide têkiliya me ya mitefîqiyê ya ku bi zehmetî hatiye bidestxistin. Heta niha çawa ku bersiva hemû pengavên ku dijî Tirkiyeyê hatin avêtin hat dayîn ji niha pê ve jî dê bersiva hewce bê dayîn.

Aksoy nirxandina "Tirkiye her dem ligel wê yekê ye ku pirsgirêk bi dîplomasî, diyalog, niyeda baş û fehmbariya dualî bên çareserkirin."

Serokê Amerîkayê di parvekirina xwe ya ji ser hesaba xwe ya Twîtterê de gotibû ku "Qîmeta lireya Tirkan a hember dolarê Amerîkayê bi lez dikeve" û eşkere kiribû tesdîq kiriye ku bacên gumrikê yên ser pola û alumînyûma ji Tirkiyeyê bikin du qatî.

Trump gotibû "Di alumînyûmê de ev rêje dê ji sedî 20, di polayê de jî ji sedî 50 be. Têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re vê heyamê baş nînin."

 


AA 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE