Biryara Venezuelayê ji bo personelên xwe yên dîplomatîk yên li Amerîkayê

Venezuela personelên xwe yên dîplomatîk yên li Amerîkayê vedikişîne...

Biryara Venezuelayê ji bo personelên xwe yên dîplomatîk yên li Amerîkayê

 Serokê Dewleta Venezuelayê Nicolas Maduro ragihand ku biryar daye hemî balyozxane û konsolosxaneyên li Amerîkayê bigire û hemî personelên welatê xwe yên dîplomatîk yên li Amerîkayê vekişîne.

Maduro di axaftina xwe ya di vekirina sala edlî ya 2019an de ragihand ku biryar daye balyozxaneyên Venezuelayê yên Amerîkayê bigire.

Maduroyê ku ragihand hemî têkiliyên xwe yên dîplomatîk yên digel Amerîkayê biriye û wiha got, "Me biryar da em hemî balyozxane û konsolosxaneyên li Amerîkayê bigirin û herwiha em bang li hemî personelên welatê xwe yên dîplomatîk yên li Amerîkayê dikin ku vekişin. Dê roja şemiyê werin."AA

Dîroka nûkirinê: 25 Çile 2019, 17:30
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE