“Biryarên me yên îro ji bo siberoja me ne”

Nivîsa Mevlüt Çavuşoğlu di The Washington Timesê de hat weşandin.

“Biryarên me yên îro ji bo siberoja me ne”

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu, ji bo rojnameya the washington times’ê, gotarek nivisî. Çavuşoğlu di nivîsa xwe de got “qerarên ku em îro digrin, ji bo siberoja me ne.”

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu, di gotara xwe ya li The Washington Times’ê de bal kişand ser xebatên li dijî vîrûsa koronayê.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: Turkiye jî tê de, gelek dewletên dinyayê tevdîrên xurt digrin. Lê ev bi tena serê xwe têr nake. Lewra ev karesateke cîhanî ye. Ya herî muhîm tenduristiya gel e. Pişt re jî ji aliyê aboriyê ve divê mudaxeleyeke kurewî bê kirin. Di vê pêvajoyê de, ji bo demeke dirêj, lazim e piştgiriya saziyên navneteweyî û dewletan cardin bên diyarkirin. Divê saziyên navneteweyî yên eleqedar, di meseleya piştgiriya malî û malzemeyên tibbî de roleke aktîf bigrin ser xwe. Civakên lawaz, koçberên derqanûnî û penaber divê bên parastin. Herwiha hewce ye piştgirî bê dayîn wan welatên ku deriyên xwe li koçberan vekirine. Girîngiya vê yekê, niha baştir tê fêmkirin.

Wezîrê Karên Derve Çavuşoğlu bal kişand ser mieyîdeyên ekonomîk ên li dijî hin welatan û got :“Divê beriya her tiştî tenduristî û ewlehiya mirovan bê mihafezekirin.”

Çavuşoğlu, bangî serokên cihanê jî kir.

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu: Em bangî civaka navneteweyî dikin; rojhilata navîn jî tê de, bila li hemû cihanê îxtilafên xwe li paş xwe bihêlin û dev ji pevçûnê berdin. Daxwaza me ew e ku di navbera aliyan de dîyalog û lihevkirin çêbibe. Dilê her kesî diêşe û ji bo tenduristiya cihanê xebat tên kirin. Di vê rewşê de qiymeta tu reqabetên jeopolîtik û pirsgirêkên siyasî tune ye. Serokên cihanê, di meseleya şewbê de îro çi qerarê bigrin, ew qerar siberoja cihanê jî wê diyar bikin. Tovên ku îro tên avetin wê di demeke kurt de şîn bibin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE