Biryarên Şûreya Eskerî ya Bilind hat eşkerekirin

Serok Erdogan biryarên Şûraya Eskerî ya Bilind qebûl kir.

Biryarên Şûreya Eskerî ya Bilind hat eşkerekirin

Serok Recep Tayyîp Erdogan biryarên Şûraya Eskerî ya Bilind qebûl kir û biryarên civîna ku li Kuliyeya Serokkomariyê di serokatiya Erdogan da hat kirin, hatin eşkerekirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin li gor biryarên Şûraya Eskerî ya Bilind 17 general û amîralan terfî kir û 51 albay ji bona generalî û amîraliyê terfî bûn.

Li gor biryarên Şûraya Eskerî ya Bilind dema wezîfeya 35 general û amîralan salek û dema wezîfeya 294 albayan jî du sal hatin dirêjkirin.

Li gor biryarên Şûreya Eskerî ya Bilind 30 general/amîral ji ber tunebûna kadroyê hatin teqawidkirin û hejmara general/amîralan ji 30yê Tebaxê pê va ji 226an derdikeve 247an.

Li gor biryarên Şûreya Eskerî ya Bilind Serokê 2yemîn yê Sererkaniyê Korgeneral Metîn Gurak ji bona orgeneraliyê û Fermandarê Artêşa Deryayê Koramîral Ercument Tatlioglu ji bona oramîraliyê terfî kir.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE