Biryarên tayinkirina ji bo 3 wezaretan di Rojnameya Fermî de hatin weşandin

Biryarên derbarê tayinkirinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan yên ji bo hinek wezaretan di Rojnameya Fermî de hatin weşandin.

Biryarên tayinkirina ji bo 3 wezaretan di Rojnameya Fermî de hatin weşandin

Biryarnameya Serokomariyê ya derbarê avakirina Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî digel Wezareta Xebat û Ewlekariya Civakî, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

3 wezîrên nû ketin nav kabîneya Serokiyê.

Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî bû du beş.

Ev demek e çav li riya guhertinê bûn.

Pêşî di rojnameya fermî de hat îlankirin, Wezareta Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî bi qerarnameya Serok dabeş bû.

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî,

Û Wezareta Xebat û Ewlehiya Civakî hatin avakirin.

Paşê rojnameya fermî hejmara xwe ya dawî careke din weşand. Tê de tayîna 3 wezîrên nû îlan bû.

Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan ji wezîfeyê hat rakirin. Mehemed Muş ket dewsa wê.

Mehemed Muş Berê Cîgiriya Serokê Koma AK Partiyê kiribû. Ew wek parlamenterê Stenbolê peywirdar bû.

Wedat Bilgin jî bû Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî.

Profesor Dixtor Wedat Bilgin berê parlamenterê Enqerê bû. Vê dawiyê jî ew bûbû serşêwirmendê Serok.

Derya Yanık jî bû Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî.

Derya Yanık awuqat e. Wê bi dildarî di saziyên civakî yên sivîl de gelek wezîfe kirin. Di Komeleya Jin û Demokrasiyê de jî xebitî.

Wezîra nû di kongreya dawî ya AK Partiyê de bûbû endama Lijneya Biryar û Rêvebirinê ya Navendî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE