"Birêz Macron wê hê gelek pirsgirêkên te bi şexsê min ra hebin"

 "Tu derbe û hewlên derbeyê yên li Turkiyeyê heta niha hatine kirin, bi taybetî jî tu lîstikeke wan meşrû, neteweyî, mesûm û bixîret nînin."

"Birêz Macron wê hê gelek pirsgirêkên te bi şexsê min ra hebin"

Serokomarê Turkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: "Li Turkiyeyê tu derbe û hewlên derbeyê yên heta niha hatine kirin û bi taybetî jî tu lîstikeke wesayetê meşrû, neteweyî, mesûm û birûmet nînin."

Erdogan li Girava Azadî û Demokrasiyê di Sempozyuma Ji Wesayetê Ber Bi Demokrasiyê Îradeya Neteweyî da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got li Turkiyeyê tu derbe û hewlên derbeyê yên heta niha hatine kirin û bi taybetî jî tu lîstikeke wesayetê meşrû, neteweyî, mesûm û birûmet nîne.

Erdogan diyar kir li vê dinyayê di ser qudreta gel ra tu hêzekê qebûl nekirine, nas nekirine û nas jî nakin.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da balê kişand ser şeva 15ê Tîrmehê û wiha axivî: "Bêguman şeva 15ê Tîrmehê jî hin kes dîsa li heman mekanan ji bona bibêjin 'zarokên me dîsa bi ser ketin' disekînin."

Erdogan destnîşan kir hêza tarî ya ku Tirkiye ji bona derbeya 12ê Îlonê amade kir, bêguman planên piştî derbeyê jî çêkiribûn.

Serokomar Erdogan diyar kir hêza fikrî ya welatê wan piştî darbeya 12ê Îlonê tu carê wek berê zindî nebû û wiha peyivî: "Em îro baş dibînin ku armanca rejimên eskerî yên keda hemû hêzên neteweyî û xwemalî tune dikirin ew bû ku pêşiya FETOyê vekin."

Erdogan destnîşan kir di bingeha gelek meseleyên dijwar yên di demên dawîn da tînin rojevê da dîsa xeletî û şaşiyên civakî hene ku tovên wan di 12ê Îlonê da hatine reşandin û wiha peyivî: "Derbe û wesayet ji bo kesên naxwazin bi encamên giran yên midaxaleyên rasterast bi Turkiyeyê ra rû bi rû bimînin, bûne tiştên wisa ku nikarin dev jê berdin."

Serokomar Erdogan got ku ji bo me ji hedefên me dûr bixin û di nav çembera derbe û wesayetê da hepis bikin çi ji destê wan dihat, hemû kirin.

Erdogan der barê IMFyê da got ku êdî ji bona me deriyekî mîna IMFyê tuneye, em têra xwe dikin, ev welat têra xwe dike.

Serokomar Erdogan balê kişand ser helwesta Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê û got ku Birêz Macron wê hê gelek pirsgirêkên te bi şexsê min ra hebin û wiha dewam kir: "Agahiya te (Macron) ya dîrokê jî tuneye. Tu dîroka Fransayê jî nizanî. Pêşiyê dev ji miletê Tirk û Turkiyeyê berde."

Erdogan der barê Yewnanistanê da jî wiha axivî: "Gava cî tê tu dibêjî 'cînar, cînar, cînar'. Wê gavê mîna cînaran hereket bike. Nekeve rêyên şaş. Hûn karê şaş dikin, nekevin wan rêyan, hûnê bi tena serê xwe bimînin."

Serokomar Erdogan di berdewamiya axaftina xwe da wiha got: "Welatê me ji nêrîna daraza ji girtiyên li Yassiadayê ra digot 'îradeya hûn xistin vê derê wisa dixwaze' hatiye nêrîna daraza di 15ê Tîrmehê da li dijî derbekaran demildest tevgeriya, ev pêşketineke mezin e."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE