Namzêdê AK Partiyê yê Serokatiya Şaredariya Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim li Sûra navçeya Diyarbekirê serdana esnafan kir.
Yildirim li caddeya Gazî ya navçeya Sûrê bi welatiyan re sohbet kir û bi esnafan re hevdîtîn kir û digel wan fotograf girtin.
Di dema serdana esnafan de Yildirim hediyeyên curbicûr sitendin û îkram jê re hatin kir. Yildirim Herwiha ava sûsê vexwar û îkramî welatiyan kir.
Welatiyekî ji Yildirim re got, "Ji CHPê re deng naçin. Birayên te yên Kurd dê te bikin serok."
Di dema gera li esnafan de Parlementerên Diyarbekirê Mehdî Eker, Ebubekir Bal û Oya Eronat, Serokê Wîlayetê yê AK Partiyê Suleyman Serdar Bûdak jî refeqeta Yildirim kirin.
AA