"Bombekirina îbadetxaneyan cîhad nîne, navê vê teror û hovîtî ye"

Serok Erdogan: "Navê qetilkirina kesên mesûm û bombekirina îbadetxaneyan cîhad nîne, navê vê teror û hovîtî ye."

"Bombekirina îbadetxaneyan cîhad nîne, navê vê teror û hovîtî ye"

Serok Recep Tayyîp Erdogan: "Navê qetilkirina kesên mesûm û bombekirina îbadetxaneyan cîhad nîne, navê vê teror û hovîtî ye."

"Ji bo aşiqên ku dil dane vî bajarî cihê ku lê ne girîng nîne. Ji bo evîndarên Stenbolê qîmeta meqaman tune. Em jî li kîjan peywirê dibin bila bin dê bi berhemên xwe va bi projeyên xwe yên ku yek ji yekî din girîngtir in Stenbolê ava bikin"

"Bira Mizgefta Çamlicayê ya Mezin ji bona Stenbol û alema Îslamê bibe wesîleya xêrê. Ji mîmar, endezyar, karker, hunermend û heta hosteyên neqişandinê sipasiya kesên ku ked dane berhemeke wiha dikim."

"Em kêfxweş in ku me mizgefta herî mezin a Tirkiyeyê Mizgefta Çamlicayê ya Mezin li Stenbolê çêkir. Ev der di heman demê da kuliyeyek e. Tenê mizgeftek nîne. Bi hêwanên pêşangehê bi hêwanên konferansê bi Muzeya Berhemên Tirk-Îslamê va ev der di heman da kuliyeyeke mezin e."

 "Ev berhema (Mizgefta Çamlicayê ya Mezin) ku mizgefta herî mezin ya Tirkiyeyê ye ji her dera Stenbolê bi rehetî tê dîtin."

"Rebbê min nesîbê me kir ku em bi berhemên yek ji yekî mezintir ên wekî Marmarayê, Tunela Avrasyayê, Pira Yavuz Sultan Selîm, Balafirgeha Stenbolê mohra xwe li vî bajarî bixin, şopên ku ji Stenbolê nayên rakirin bihêlin."

"Li mizgeftê di carekê da 65 hezar mumin dikarin bi hev ra îbadet bikin. Her çiqas hin kes dibêjin wê çawa tije bibe jî elhemdulillah tijî dibe."

"Em bi şev û bi roj dibêjin 'Kesê ji dil bixebite naweste' û em ê ji bona Stenbolê bixebitin."

"Mizgefta Çamlicayê ya Mezin dê bibe wesîle ku hoste û mîmarên nû yên ku dê mîrateya şaristaniya me pêşvatir bibin derkevin."

"Di êdî her kes li hember hişmendiya hovane ya ku îbadetxaneyan dikin gola xwînê bisekine."

"Yên ku êrîşî mizgeftan dikin û yên dêran dikin hedefên xwe xwedî heman hişmendiya tarî ne." 

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Gulan 2019, 16:34
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE